Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: Dewletê karsazên Kurd û Ugur Mumcu kuştin

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DEWLETÊ KARSAZÊN KURD Û UGUR MUMCU KUŞTIN

Mikurhatinên Sedat Peker û bandora van axaftinan li desthilatdariya Tirk tê nîqaşkirin.

Li gel piştperdeya wê ya dîrokî ANF’ê jî rewşa rojane ya vê yekê ji endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû pirsî

Mustafa Karasu mikurhatinen Sedat Peker, rewşa desthilatdariyê û karên divê hêzên demokrasiyê bikin, nirxandin.

Dewletê bi xwe Ugur Mumcu kuşt.

Ji ber ku Mumcu digot; ewlekariya dewletê be jî bi hiqûqê divê were parastin.

Rêber Apo wê demê got; dewleta kûr ev cînayet kir.

Sedat Peker weke mirovekî ji nava wan, li xwe mikur hat.

Wî jî got; dewletê karsazên kurd kuştin.

Li pey van cînayetan jî Mehmet Agar heye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
ÎŞKENCE Û KARÊN TARÎ DI DEMA VÊ HIKÛMETÊ DE DEWAM KIRIN

Mustafa Karasu îşaret bi gotinên Suleyman Soylu jî kirin û got; ew demagojiyê dike.

Pêkanînên dema Agar niha di dema vê hikûmetê de jî tên kirin.

Axaftinên Soyluyê faşîst weke tinazê xwe bi xelkê bike.

Îdiaya xwe çi ye; “Îşkence tine ye.”

Li qereqolan tecawizê keç û xortên Kurdan dikin.

Soylu bi xwe fermana vê dide.

Kurdekî ku ketibe qereqolê û îşkece lê nehatibe kirin tine ye.

Mustafa Karasu destnîşan kir ku di serdema hikûmetên AKP’ê de bi sedan cînayetên kiryarên wan nediyar pêk hatine:

Ev cînayet hemû jî ji aliyê polîs û eskeran ve hatin kirin.

Roboskê, kesên di dema Serhildanên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê de hain qetilkirin, kujerên wan hatin parastin.

Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan jî di dema AKP’ê de bi sedan cînayetên siyasî hene.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
SERKÊŞÊ KARÊN QIRÊJ ERDOGAN BI XWE YE

Mustafa Karasu destnîşan kir ku karên qirêj û ne qanûnî bi destûr an jî fermana Erdogan hatin kirin:

Banga ji bo îstifaya Soylu têrê nake.

Divê zext li vê desthilatdariyê bê kirin ku îstifa bike.

Ji ber ku serkêşê van xerabiyan hemûyî Erdogan bi xwe ye.

A niha desthilatdariya herî faşîst a dinyayê li Tirkiyê ye.

Mustafa Karasu bal kişand ser erk û berpirsyariya civakê jî û ev nirxandin kirin:

Peywirên dîrokî yên hêzên demokrasiyê hene.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê ne xurt e.

Ev desthilatdarî di serdema xwe ya herî qels de ye.

Divê têkoşîna demokrasiyê ya li hemberî vê desthilatdariyê geştir bibe.

Vê desthilatdariyê nîşan daye ku wê bi hilbijartinê neçe.

Heke hemû mûxalefet û hêzên demokrasiyê bibin yek, wê ev desthilatdarî nemîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv