Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûsa Pîroglu: Heta tecrîd bi dawî nebe em nikarin demokrasiyê qezenc bikin 08.04.2021

 

PARLAMANTERÊ HDP’Ê MUSA PÎROGLU:
HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE EM NIKARIN DEMOKRASIYÊ QEZENC BIKIN

Pergala Tecrîd û Îşkenceyê ya Îmraliyê gefeke mezin e li ser hemû gelên li Tirkiyê.

Faşîzma rejîmê bi rêya vê pergalê xwe tehkîm û bi sazûman dike.

Ji bo şikandina vê pergala zilimdar berxwedan dewam dike.

Li Tirkiyê HDP di her platformê de behsa girîngiya ji holêrakirina Pergala Îmraliyê dike û ji bo vê têdikoşe.

Parlamanterê HDP’ê yê Stenbolê Musa Pîroglu jî îşaret bi vê pêvajoya xedar kir û got:

Têkoşîna demokrasiyê bi gelê kurd re dikate were xurtkirin.

Lê heta tecrîda li ser Ocalan ranebe şensê me yê qezenckirina demokrasiyê tine ye.

Pîroglu ji Afrîkaya Başûr mînaka proseya piştî azadbûna Nelson madela kir û wiha dewam kir:

Li Afrîkaya Başûr jî piştî azadbûna Nelson Mandela pergala Apartheîd hilweşiya.

Hilweşandina nîjadperestiyê ne tenê li Afrîkaya Başûr zexta li ser hemû reşikên li dinyayê rakir.

Heman rewş li Tirkiyê jî heye. Bi girankirina tecrîdê re zext û komkujî jî zêde bûne.

Azadiya Ocalan jî ne pirsgirêka gelê kurd tenê ye.

Ev pirsgirêka hemû gelên herêmê ye.

Heta ku em vê nekin şansê me yê ku em di rêya demokrasi, wekhevî û edaletê de bi serkevin tine ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv