Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan xîtabî hêzên gerîla kir: ‘Ew çi bikin jî wê pergala faşîst a mêtînger li Kurdistanê bê hilweşandin’

 

MÛRAT KARAYILAN XÎTABÎ HÊZÊN GERÎLA KIR
“EW ÇI BIKIN JÎ WÊ PERGALA FAŞÎST A MÊTINGER LI KURDISTANÊ BÊ HILWEŞANDIN”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê xîtabî hêzên gerîla yên li tevahiya Kurdistanê kir.

Bi taybetî jî li ser berxwedan û gerîlatiya dema nû, têkoşîna hêzên azadiyê û gelê Kurdistanê rawestiya.

Li ser êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê wiha got:

Serî li her rêbazê dan û bi ser neketin.

Ji bo ciwanên me beşdarî têkoşînê nebin, hewl didin wan fêrî maddeyên hişbir bikin û siyaseta qirkirinê bi ser bixin.

Li Herêmên Parastina Medyayê gaza jahrkirî û kîmyewî jî tê de her cûre çek bi kar anîn.

Xeta hevkar a Kurd bi kar tînin.

Ji ber ku bi van rêbazan encam bi dest nexistin, bi balafiran êrişî YPG, YBŞ û YRK’ê kirin.

Li Şengalê nexweşxane bombe kirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel li dijî van êrişên piralî ev bersiv da dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê:

Hûn çi bikin jî hûn ê êdî hew karibin herikîna dîrokê rawestînin.

Wê meşa Tevgera Azadiyê bidome û têkoşîn bi ser keve.

Ev têkoşîn wê li Kurdistanê pergala faşîst a mêtîngeriyê hilweşîne.

Êdî rêyeke xwerizgarkirina ji vê yekê tine ye.

Fermandar Mûrat Karayilan li ser şerê taybet û derewên dewleta Tirk a dagirker dike jî rawestiya.

Û ev mînak dan:

Li aliyekî dibêjin “me ew qedandin û li ber qedandinê ne…”

Li aliyekî dibêjin “PKK bixwespartina hêzên navneteweyî artêşeke ji sed hezar kesî saz kiriye û ev li ser Tirkiyê gefeke.”

Ev her du daxuyanî, hev derew derdixin.

Kîjan ji van rast e?

Pêşiyên me gotine “roj bi bêjingê nayê girtin.”

Bi van propagandayan nikarin ser rastiyê bigirin.

Rastiya dewleta Tirk tê de bi vî rengî ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv