ŞERÊ GERÎLA YÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
MÛRAT KARAYILAN: LI WERXELÊ 135 ROJAN BERXWEDANEKE MEZIN ÇÊBÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a bernameya taybet de têkildarî berxwedana gerîla, gefên li dijî Rojava û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re, bersiv da pirsên Arjîn Ferat.
Mûrat Karayilan ji Garê heta Avaşînê, şehîdên pêngavên şoreşgerî bi bîr anîn û got, taktîka nû ya gerîla û sekna fedayî dijmin têk bir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê bi taybetî li ser berxwedana li Werxelê rawestiya.
Destpêka berxwedanê bi qasî 40-50 heval li Werxelê hebûn.
Mûrat Karayilan diyar kir, ku van gerîlayan 120 rojan li dijî her cûre êrişên bi çekên kîmyewî li ber xwe dan.
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê da zanîn, ku di vê êrişê de 10 gerîla şehîd dibin. Mûrat Karayilan ev sekna berxwedêr a gerîla destnîşan kir û fermandarê vê berxwedana 135 rojan Cûmalî Çorum bi bîr anî.