Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûrat Karayilan bi Rêya Bêtêlê Xîtabî Hêzên Gerîla kir

 

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê xîtabî tevahiya hêzên gerîla kir.
Karayilan berxwedana ji 23’yê Nîsanê ve li Zap, Metîna û Avaşînê dewam dike destnîşan kir û got, êdî ji bilî bikaranîna çekên kîmyewî di destê dijmin de çekeke din nema ye.
Mûrat Karayilan da zanîn, ji ber ku dewleta Tirk li Başûr di şerê li dijî gerîla de têk çû, berê êrişên xwe daye Rojavayê Kurdistanê.

MÛRAT KARAYILAN BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ HÊZÊN GERÎLA KIR
“DYA, INGILISTAN Û ALMANYAYÊ DESTEK DAN ÊRIŞA LI DIJÎ BAŞÛR”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi rêya bêtêlê xîtabî hêzên gerîla kir.

Di destpêka xîtaba xwe de fermandara nemir a gerîla Bêrîtan û di şexsê wê de tevahiya şehîdên Cotmehê, şehîdên pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bi bîr anîn.

Mûrat Karayilan Garê jî di navê de, diyar kir, ku 8 meh û nîv in gerîla li dijî êrişan li ber xwe dide.

Pîlan ew bû, ku hêzên gerîla ji van qadan bên derxistin, navenda tevgera me bê belavkirin û koordîneya navendî ya fermandariyê bê tinekirin.

Ji ber ku bi tena serê xwe nikarîbû, hêzên weke DYA, Almanya, Ingilistanê jî ev pîlan erê kirin û piştgirî danê.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel destnîşan kir, ku van hêzan ev êriş bi hukûmeta Iraqê jî dane erêkirin û PDK jî weke milekî navxweyî beşdar kirine.
MÛRAT KARAYILAN BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ HÊZÊN GERÎLA KIR
“BERXWEDANA DÎROKÎ YA RÊBER APO BANDOREKE MEZIN LI QADÊN TÊKOŞÎNÊ KIR”
Pir ji xwe bawer bûn, ku wê encameke teqez bidest bixin.

Heke ji têkçûyîna li Garê dersek bigirtana, wê ev pîlana xwe biguhertana.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tecrubeya xwe ya 40 salî û xwedî hişmendiya Apoyî ya fedayî, bersiv dan.

Berxwedan, îrade û sekna mezin û dîrokî ya Rêber Apo li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, bandoreke mezin li tevahiya qadên têkoşînê kir.

MÛRAT KARAYILAN BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ HÊZÊN GERÎLA KIR
“LI GIRÊ SOR Û WERXELÊ HEVRÊYÊN ME BI ROLEKE DÎROKÎ RABÛN”
Fermandarê Biryargeha Navendî di têkbirina pîlanan de pêngavên şoreşgerî yên gerîla destnîşan kir.

Bi taybetî jî berxwedana li Girê Sor û qada Werxelê yên Avaşînê bi bîr xist û ev tespît kir:

Berxwedêrên van qadan şerê me derxist lutkeyeke nû.

Van hevrêyên me bi rêbaza şerê tunelan û eraziyê, berpirsiyariyeke giran hilgirtin ser milên xwe.

Bi roleke dîrokî rabûn û parastina qadên azadkirî li dijî teknolojiya serdemê nîşan dan.
MÛRAT KARAYILAN BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ HÊZÊN GERÎLA KIR
“LI DIJÎ ÊRIŞEKE LI SER ROJAVA DIVÊ PERSPEKTÎFA ‘ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ’ ESAS BÊ GIRTIN”
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel da zanîn, ku ji ber vê têkçûyîna xwe ya li Başûr, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê berê êriş û gefên xwe daye Rojavayê Kurdistanê.

Êdî hew kare di navbera hêzên serdest ên weke DYA û Rûsyayê de here were.

Dixwazin li dijî Sûrî an go Rojavayê Kurdistanê tevgerekê bidin destpêkirin.

Lê heke fermandar û şervanên Rojava bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin…

Ji pratîkên li Herêmên Parastinê yên Medyayê fêdê bigirin û li herêmên xwe pêk bînin,

Rêjîma faşîst û qirker a Tirk êriş jî bike, wê ne weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv