Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Munewer Azîzoglu Bazan: ‘Şîna li dûmayiyan’

 

ŞÎNA LI DÛMAYIYAN
MUNEWER AZÎZOGLU BAZAN / XWEBÛN

(…)
Çi zehmet e li ser kesên çûyîn nivîsandin. Tê gotin ku çar awayên jiyîna şînê/wendakirinê hene. Lê hewce ye li vir kevanekê vekim. Lewre di kevneşopiya tevger û têkoşînên azadiyê de, heta di yên olî de jî ji kesên şehîdketî re ‘mirî’ nayê gotin. Şîna wan jî ne weke awayê mirineke ji rêzê tê dîtin. Bîranînên wan jî bi giranî li ser jiyana wan a têkoşînê û wateya wan a ji bo têkoşînê tên çêkirin. Di bin gotinên giran û dirêj de em carinan ji bîr dikin ku ew jî mirovên ji xwîn û çerm bûn. A ku wan nejibîr dike jî taybetiyên wan ên herî mirovîn bûn. Weke kesên ji nav me, wek yekî ji me bûn.

Niha em weke kesên li dûmayî di her salvegera wendakirinê de bi şîna xwe û bi bîranîna xwe ya bi wendahiyan re rûbirû dimînin. Ev dûmayîn bi çend awayan xwe dide der. Komkujiya Parîsê ji bo min wendakirina herî bi êş a jiyana min bû. Hîn jî ji bo min wisa ye.

Agahiya ber destê sibehê bi rêya telefonê ket guhê min û hemû tiştên ku ji wê kêliyê şûndetir min kirin, hîn jî yek bi yek di hişê min de zindî ne.
(…)

Mirov di nav şokê de ye. Bi tirs, bi hêrs, bi bêbawerî di lêgerînê de ye; li bendê ye ku kesek vê wendahiyê û sedema wê vebêje. Ev lêgerîn û ev awayê şînê/wendakirinê her çiqas dem bikeve navberê jî ji holê ranabe.

Ev neh sal in, tiştên ku di wê şeva kambax de qewimîne, nûçeyên li ser, raporên hatine nivîsîn, bîranînên kesan, çalakiyên hatine kirin, pêşwazîkirinên wan ên Amed, Dêrsim, Mereşê, verêkirina wan a li Parîsê bi dehan caran temaşe dikim, dişopînim.
(…)

Her sal, her salveger, her nûçe yan jî bîranîneke ku 9’ê Çileyê dixe bîra min, hemû bûyerên wê şevê yek bi yek ji pêş çavên min derbas dike. Ya balkêş ez dixwazim wê kêliyê her tim bijîm, wê êşê her tim bijîm. Dixwazim bi kesan re li ser wê şevê, li ser hestên hatine jiyîn, li ser tiştên hatine kirin biaxivim. Dixwazim fêr bibim, ka gelo me wê şevê bi çend hezar awayan jiyane. Ev hest şîna min mezintir dike, berfirehtir dike. Bi qasî hejmara naskirî û nenaskiriyên Sara, Rojbîn û Ronahî belav dibe şîna min.
(…)

Şîn ji me re, ji kesên lidûmayî re pêwîst e. Ji bo xwe aşkirinê, ji bo jinûve bi bîr anînê, ji bo nejibîrkirinê. Şîn ne ji bo kesên çûyî lê ji bo kesên li dûmayî ne. Şîn ji me re pêwîst e, da ku em karibin, lêgerîna xwe ya sedema çûyînên wan berdewam bikin; hêrs, êş û bêbaweriya wendakirinên xwe kedî bikin û ji bo em ji bîr nekin; me çi mirov naskirin; çi xweş, çi çeleng, çi leheng û her hebûn û dê her hebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv