Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Munewer Azîzoglu Bazan: ‘Lanetiyên ser rûyê erdê’

 

LANETIYÊN SER RÛYÊ ERDÊ
MUNEWER AZÎZOGLU BAZAN / XWEBÛN

Têkiliyên zayendperest ku tê de jin her tim zayenda bindest e, bingeha xwe ji newekheviya zayendan digire. Em dizanin pergala ku em tê de dijîn, li gorî berjewendiyên zayenda mêr a serdest (û spî) xwe sazî kiriye û di her qadê civakê de ev serdestî tê parastin. Lewma ye ku dema mijar ‘tundiya li ser jinan’ be, jin çiqas ‘qurbaniya’ mijarê be jî, di dawiya dawî de ya sûcdar ew dibe. Di lîteraturê de ji vê yekê re ‘victim blaming’ tê gotin. Ango sûcdarkirina qurbaniyê. Ev têgeh di salên 1970’yî de li Amerikayê di dozên tecawizan de pêş ket. Ji bo barê tawanbariyê ji ser faîl bê rakirin, li gorî vê têgehê jinên ku tê tecawizkirin sûcdar tê dîtin.
(…)

Dû re ev têgeh wek îdeolojiyeke ku nijadperestiya li dijî Afroamerîkanan mafdar dibîne, hat pênasekirin. Dema ev mijar bi têkiliyên xwe yên ligel nijadperestî û zayendperestî di heman demê de girêdayî têkiliyên çînî bê berçav girtin, wê demê baştir dikare bê analîzkirin.
(…)

Heman hişmendî bi vî awayî rê li tundiya li dijî reşikan, jinan, karkeran, mirovên trans û ne ji rêzê û yên li keviyên cîhanê ne vedike. Lewre li gorî wan ev mirov bi binkeftîbûnên xwe ‘lenetiyên li ser rûyê erdê’ ne û her tundiya ku tê serê wan heq dikin.

Lê di heman demê de lêkolînên civakî, siyasî û aborî bi awayekî net radixin ber çavan ku di serî de, di newekheviya zayendan de û her wiha yên giştî civakan ne mirov lê pergala ku ew tê de dijîn, sedema binketinê ye.
(…)

Zarokên di gettoyan de mezin dibin, li gorî stratejiya saxmayinê jiyana xwe didomînin.

Ev nêzîkatî rê li ber nijadperestiya li hemberî jinan, reşikan, feqîran, penaberan, ‐bi giştî li hemberî yên kesên ne spî û serdest in- vedike.
(…)

Li hêla din ji vê çeperê xwe rizgarkirin wek meseleyeke şexsî tê dîtin. Dema mirovekî, jineke ji nav têkiliyên bindest xwe qaşo xelas bike û li gorî têgihîştina desthilatdar di perwerde û kariyera xwe de pêş bikeve, wek kesekî ‘serkeftî’ tê pênasekirin. Li her derî mînak tê nîşandan, xelatan digire, di bernameyên ‘xwebihêzkirinê’ de navê wî bi tîpên stûr tên nivîsandin.

Bi sloganên ‘tu jî dikarî serbikevî’ peyam ji kesên di gettoyên xwe de asê mane re tê şandin. Lê ev senaryoya wek fîlmên arabesk li pêş çavê me diherike, ji çend mînakên bi qasî tiliyên destekî derbas nabe. Ger derbas bibe jî, mînakên bi vî awayî hezaran, dehhezaran derbas bikin jî, ev ‘serkeftin’ tu bandoreke erênî li ser gettoya ku ew jê hatine nake.
(…)

Li hemberî vê manipulasyon û çewtkirinê ye ku tevgerên civakî, yên femînîst, yên jinan, yên kedkaran û sosyalîst tekoşînê dimeşînin. Gotina ‘bindestî ne qeder e’ ne îcada pergala serdest e; gelên bindest bi tekoşînên xwe yên li ser esasa xwebihêzkirinê û rêxistinê vê yekê tespît kirine û baweriya xwe bi rizgarkirina civakî tînin.

Lewma ye jî tu pêşengên van rêxistinan bi ‘serkeftinên takekesî’ nayên bibîranîn. Dijî vê wek sembolên rizgariya civakên xwe di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv