Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Muhlîse Sîdar xwe fedayî civaka Êzidî kir

 

MUHLÎSE SÎDAR
XWE FEDAYÎ CIVAKA ÊZIDÎ KIR

Muhlîse Sîdar

Sala 1996’an li Şirnexê ji dayîk dibe.

Li nav malbateke welatparêz, çavê xwe vedike.

Salên ew ji dayîk dibe, li Kurdistanê gel şiyar bûye.

Wê demê hestên welatparêziyê li Botanê dilê herkesî pêça ye.

Li kolanên Şirnexê, gel bi qêrina Bîşeng Anlik hatiye ser xwe.

Ew jî li Şirnexa Rengîn li nav malbateke welatparêz, mezin dibe.

Xwe ji bo doza gel û welatê xwe amade dike.

Li dijî zilma dewleta Tirk, êriş, komkujî û êşkenceya li ser gel hêrsa wê mezin dibe.

Bi vê hêrsê berê xwe dide nava eniyên têkoşînê.

Dilê wê, timî ji bo mirovahiyê lê dide, ji ber wê beşa tenduristiyê hildibijir e.

Fermana 3’ê tebaxa 2014’an a li Şengalê weke her Kurdekê, weke her ferdeke bi wijdan, bandorê li wê jî dike.

Ji bo bîrînên civaka Êzidî, Jin û zarokan bipêçe yekser berê xwe dide Şengalê.

Bi çavê xwe dibîne, bê ka hevkara dewleta Tirk DAIŞ’ê zilmeke çawa li Şengalê kir.

Zar û zêç çawa birçî man, jin çawa hatin qetil kirin, çawa ji cih û warên xwe bûn.

Bû şahid, bê çawa gerîlayên HPG-YJA Starê xwe gihandin hewara Civaka Êzidî.

Şervanên YPJ-YPG çawa korîdor vekirin, xelkê Ezidi ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin.

Ciwanên Êzidî bi wê hêza ji Gerila û şervanan girtin xwe birêxistin kirin, bûn hêz û îrade.

Xwe li Şengalê dibîne, ew der jêre dibe hêlîn û biryar dide xizmeta civaka Êzidî bike.

Li cihên zor û zehmet, mirov fêrî gelek tiştan dibe, ezmûnên heyî mirov qeyîm dike.

Sala 2017’an tevlî perwerdeya pisporî ya tenduristiyê dibe, belgeya pisporiyê digire.

Ew li nav xelkê Êzidî Doktor Muhlîse ye.

7 salan kedê dide, kar dike, bi kesayeta xwe ya dilnizim, fedekar di dilê her ferda êzidî de cih digire.

Bi taybet di dilê Jinên Êzidî de cihê wê cûda ye.

Ew doktor e, xebatkara tenduristiyê ye, jê re şev û roj nîne, li ku derê pêwîstî pê heye li wir e.

Doktor Muhlîsê timî dibêje, divê karê tenduristiyê bi heskirin were kirin.

Muhlîse Sidar li nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê xizmeta xelkê Ezîdî û Ereb dikir.

17’ê Tebaxa 2021’ê di komkujiya nexweşxanê de tevî 3 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bû.

Xelkê Ezidî, nûnerên xwe, şervanên xwe şehîda xwe bi girseyî oxir kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv