ZILM Û ÊŞKENCEYA LI ZÎNDANA KIRIKLARÊ
MUDÛRÊ ZÎNDANÊ HAYDAR ALÎ AK XWE WEKE ŞOPDARÊ ESAT OKTAY YILDIRAN DIBÎNE
Zindana Buca Kiriklar hejmar 2 jî, wekî zindanên din, veguheriye êşkencexaneyê.
11 girtiyên zindana Kiriklarê li dijî zilm û êşkenceyê ji 28’ê mijarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
Girtî bi greva birçîbûnê ya nêzî 50’î rojî li ber xwe didin û banga piştgirî û berpirsyariyê li raya giştî dikin.
Mudurê zindana Kiriklar a bi êşkence û pêkanînên dij-mirovî hatiye rojevê Haydar Alî Ak e.
Ev mudur xwe wekî şopdarê êşkencekarê zindana Amedê Esat Oktay Yildiran dibîne.
Bi rê û rêbazên êşkencekar Esat Oktay Yildiran tevdigere û di nava zilmê de zilmê dike û dixwaze girtiyan teslîm bigire.
Lê belê girtî jî bi şiyara “eger tu Esat Oktay Yildiran bî, em jî Kemal Pîr û Mazlum Dogan’in” tevdigerin û li ber xwe didin.
Haydar Alî Ak berê jî li zindanên Tîpa F ya Tekîrdag û Tîpa F ya Tekîrdagê jî mudurtî dikir û wê demê jî bi êşkence, zilm û tecrîda di nav tecrîdê de dihat rojevê.
Ji rêveberên TUHAY-DER a EGE’yê Selma Altan li ser pêkanînên mudurê êşkencekar ê zindanan Kiriklarê Haydar Alî banga hestiyariyê li raya giştî kir.