Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: Rol û bandora partiya me, AKP-MHP’ê ditirsîne 06.04.2021

 

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: ROL Û BANDORA PARTIYA ME, AKP-MHP’Ê DITIRSÎNE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de mijarên rojevê nirxandin û bandora hêza partiya xwe destnîşan kir.

Sancar pêşî salvegera hilbijartinên 31’ê adara 2019’an bibîr xist û got: Me bi wê stratejiya xwe rol û bandora xwe nîşanê cîhanê da. Hevsengî guhert û nîşanê AKP’ê da ku, wê êdî ti tişt ne wekî berê be.

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR:EMÊ BI AQLÊ HEVPAR TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN Û FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN

Sancar qala girîngiya civîn û hevdîtinên kampanya ‘destpêkê edalet’ jî kir û got: Qadên Newrozê jî nîşan da ku, emê bi aqlê hevpar, têkoşînê xurt bikin, bi hêz bibin û riya têkçûna desthilatdariya îro vekin.

Sancar darbekariya AKP-MHP’ê jî destnîşan kir û got: Meclîsê bi piraniya dengên mûxalefetê pêşniyar-qanûna lêpirsîna ewlekariyê red kir. Lê belê qesra Erdogan kete dewrê û îradeya meclîsê bin pê kir.

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: RIYA PÊŞÎGIRTINA LI DARBEYAN, DEMOKRASÎ YE

Sancar li ser nîqaşên têkildarî darbekariyê jî anî ziman ku, AKP firsendperestiyê dike û got riya rizgariya ji darbeyan di demokrasiyê re derbas dibe.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li dijî êriş, zext û zilma faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîn û biryardariya partiya xwe destnîşan kir û got: Dixwazin HDP’ê tine bikin. Lê belê bila bizanin, HDP hêza xwe ji gel digire û navnîşana wêrekiyê ye. Ne betalkirina wekîltiya Gergerlîoglu û ne jî êriş, wê nikaribin serî bi me bidin tewandin. Emê bi têkoşîna xwe rê nedin faşîzmê.

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: EMÊ RÊ NEDIN DESTESERKIRINA MAFÊN JINAN

Sancar bal kişand ser têkoşîna jinan ya li dijî xizanî, desteserkirina destketiyan û got: Emê li cem jinan cih bigirin û rê nedin desteserkirina destketiyan.

CIVÎNA KOMA HDP’Ê
SANCAR: PÊWISTÎ BI ENIYEKE BERFIREH A DEMOKRASIYÊ HEYE

Mîthat Sancar di dawiyê de jî girîngiya têkoşîna hevpar destnîşan kir û banga eniyeke berfireh a demokrasiyê li hemû hêzên demokrasiyê kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv