HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
ME NÎŞAN DA, EM BI HÊVÎ, BI BIRYAR, BI ISRAR Û BI BAWER IN
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe ya li meclîsa Tirkiyê de axivî û peyamên girîng dan.
Sancar destpêkê xebatên xwe yên li demsala havînê destnîşan kirin û got:
Em havînê li qadan bûn. Em bi gelên xwe re hatin cem hev. Me li 71 bajaran hevdîtin û çalakî pêk anîn. Me bi xebatên xwe nîşan da ku, em bi hêvî, bi biryar, bi israr, bi bawer û bi cesaret in.
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
TI HÊZ, ÊRIŞ, ZEXT Û DOZ NIKARE PÊŞIYA MEŞA ME BIGIRE
Sancar ji ber xwedî-derketina gel a li HDP’ê kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
Me careke din bi serbilindî dît ku HDP hêzeke fikrî ye. Hêza guhertinê ye. Ti hêz, ti êriş, zext, girtin û doz nikare pêşiya me bigire.
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
DEKLARASYONA ME NEXŞERÊYA AVAKIRINA PAŞEROJEKE BI RÛMET E
Sancar dûre jî girîngiya deklarasyona partiya xwe ya beriya çend rojan anî ziman û got: Deklarasyona me nexşeriya demokrasiya Tirkiyê ye. Riya avakirina paşerojeke bi rûmet e. Bingeha demokrasiya bi hêz e. Nîşandana daxwaza diyalog û çareseriya pirsgirêkan e.
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
DIVÊ MÛXALEFET JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN KÛR BIBE
Sancar ji bo ewlekariya hilbijartinê û pêwistiyên gelên Tirkiyê banga berpirsyariyê li mûxalefeta Tirkiyê kir û got: Em careke din dibêjin, ti lêgerîna me ya îtîfaqê nîne. Daxwaza me eve, em karibin bi mûxalefetê re li ser ewlehiya hilbijartinan, avakirina demokrasiyê û aştî û çaresariyan di nava diyalogê de bin.
HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê MÎTHAT SANCAR:
MADEM WE ÇARESER KIRIYE, ÇIMA PANZER LI KOLANAN ZAROKÊN KURD DIKUJIN?
Sancar li ser siyaseta înkarê ya faşîzma AKP-MHP’ê jî got: Madem dibêjin we pirsgirêka Kurd çareser kiriye, wê çaxê çima siyasetvanên Kurd dîl digirin? Çima hê panzer li kolanan zarokên Kurd dikujin?