Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: ‘Hedefa êrişê komkujiyeke mezin bû’

 

ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’Ê
MÎTHAT SANCAR: HEDEFA ÊRIŞÊ KOMKUJIYEKE MEZIN BÛ

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, tevî parlementer û rêveberên partiya xwe, li navenda giştî ya li Enqerê daxuyaniyek da.

Sancar, destpêkê şehîd Denîz Poyraz bi bîr anî û armanca êrişê wiha ragihand:

Divê ez vê yekê ragihînim, ku ev ne pîlaneke ji bo kuştina kesekê bû.

Îro wê li rêxistina me ya Îzmîrê bi beşdariya 40 rêveberên me civînek bihata lidarxistin.

Ev civîna beriya niha hatî plankirin, ji ber hin sedemên lezgîn hat taloqkirin.

Li vê derê pîlan eşkere ye û komkujiyeke mezin e.

Em kesên van pîlanan dikin, ji nêz ve nas dikin.

Kujer gullebarandine ser avahiya me û xwestiye kî li hundir hebe, bikuje.

Hevserokê HDP’ê pêvajoya beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an jî bibîrxistin, ka çawa HDP bûbû hedefa êrişên berfireh.

Mîthat Sancar got, serokê giştî yê AKP bixwe jî dibêje, wan 7’ê Hezîranê ji bîr nekiriye.

Hevserokê HDPê bi bîr xist, ku hingî jî heman pîlan di dewrê de bûn.

Erdogan beriya niha li ser êrişa li dijî Seroka Giştî ya Partiya IYI gotibû, ev rojên we yên baş in û wê hê gelek tişt bibin.

Mîthat Sancar ev daxuyaniya Erdogan weke belgeya êrişa li dijî HDP’ê destnîşan kir.

Herî dawî jî li dijî her cûre êrişan peyama mezinkirina berxwedan û têkoşînê da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv