MÎNAKEKE DIN A MÊTINGERIYA TIRK
BI WESAÎTA ZIRXÎ 5 KURD KUŞTIN Û JI XIZMÊN WAN TAZMÎNATÊ DIXWAZIN
20’ê hezîrana 2017’an li ser riya Amed û Çewligê wesaîta zirxî li wesaîta malbata Demîrbaş qelibî.
Ajokar Fikrî Demîrbaş û ji malbata wî 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Tişta piştî vê bûyerê qewimî, sînornenasiya mêtingeriya dewleta Tirk careke din raxist ber çavan.
Wezareta Tirk bi bahaneya dema kuştina 5 xizmên malbata Demîrbaş de, wesaîta zirxî zirar dîtiye, 250 hezar euro tazmînatê dixwaze.
Dadgeha mêtingeriya Tirk jî ev daxwaza wezaretê erê kiriye û ji bo 250 hezar euroyan bidin, fermanname şandine.
Halîme Demîrbaş ya di bûyerê de hevjînê xwe Fikrî Demîrbaş wenda kir bi van gotinan nerazîbûn nîşan da.
Halîme Demîrbaş anî ziman ku hêzên Tirk ji bo sûcên xwe veşêrin, dîmenên bûyerê jî tine kirine.
Halîme Demîrbaş daxwaza cezakirina kujerên hevjîn û xizmên xwe kir.