Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîlyarderên AKP’ê: Mîlyarderên ketin lîsteya Forbes’ê de dost û ehbabên Erdogan in 07.04.2021

 

MÎLYARDERÊN AKP’Ê
MÎLYARDERÊN KETIN LÎSTEYA FORBESÊ DOST Û EHBABÊN ERDOGAN IN

Li gorî raporên saziyên aborî û detayên aktuel ên bankeyên li Tirkiyê ji meha çile ve 2 milyon mirov ji ber deynan ketine ber îcrayê.

Enflasyona li bazarê ji sedî 40’î zêdetir e.

Rewş ev e û sînyalên ku wê rewş baş bibe jî tine ne.

Helbet ev rewşa kambax bi tenê ji bo gelên Tirkiyê wisa ye.

Herçî AKP’î ne yan jî kesên têkildarî qesra Erdogan in, ji malên wan deste bi deste pere dertên.

Ev pereyên ku rizqê gel in di bin navê teşwîq û îhaleyan de ji gel tên dizîn.

Pergala talanê ya AKP-MHP’ê, her sal çend navên nû li lîsteya mîlyarderan a kovara Forbesê zêde dike.

Di lîsta navborî de ji Tirkiyê di rêza yekemîn de xwediyê Yildiz Holdîng, Murat Ulker cih digre. Serweta wî 4.3 milyar dolar e.

Xwediyê holdînga Ronesansê Erman Ilicak serweta wî 4.4 milyar . Ilicak ji Erdogan re qesra beştepe û Oklukê çêkiribû.

Xwediyê Doguş Holdîngê Ferît Şahenk jî di lîstê de bi serweta xwe ya 3 milyar dolarî derdikeve pêş.

Şahenk îflas kiribû lê her çi hîkmet e li ber Erdogan xwe xwar û mar kir û Erdogan ew îhya kir.

Şirîkê Holdînga Lîmakê Sezaî Bacaksiz jî bi serweta xwe ya 2.3 milyar dolar cih girt.

Bacaksiz di nav raya giştiya Tirkiyê de weke yek ji 5 mutahîtên çete cihê xwe digre.

Di lîstê de ji Rahmî Koç û çend neviyên wî jî cih digirin.

Li aliyê din hîsedarê heî mezin a LC Waikiki Mustafa Kuçuk jî di lîsteyê de ye. Kuçuk mirovekî nêzî AKP’ê ye.

Di lîsteyê de malbata Eczacibaşi û Ozyegîn jî cihê xwe digirin ku ew jî nava xwe û AKP’ê xera nakin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv