PISPORÊ ÎSTÎXBARATÊ MICHAEL RUBIN:
RAYEDARÊN AMERÎKÎ AGAHIYÊN DER HEQÊ KURDAN DE JI DEWLETA TIRK DIGRIN
Dewleta tirk şeva 23’ê nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi sefereke nû ya eskerî kir.
Dagirkeran îcaze ji hêzên cîhanî wergirtine û wisa êriş kirine.
Tabî di vê de rola Amerîkayê jî diyarker e.
Tê gotin Biden di bedêla naskirina qirrkirina ermeniyan lempeya kesk ji Erdogan re vêxistiye.
Dîsa hêjayî bibîrxistiniyê ye ku wezareta karê derve yê amerîkayê bi xwe navên 3 pêşengên tevgera azadiyê xistine nav lîsteya kesên li wan tê gerîn.
Têkildarî mijarê, lêkolînerê amerîkî yê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî û rayedarê berê ê Pentagonê Michael Rubin ji ANHA’yê re axivî û got.
Siyaseta Amerîkayê di guhertinê de hêdî û çewt e.
Piranî rayedarên amerîkî yên ku di mesela dewleta Tirk û gelê Kurd de dixebitin xeşîm in.
Tiştên ku rayedarên amerîkî li ser PKK’ê dizanîn, encamên pêngavên reşkirinê ne ku dewleta Tirk bi salan li dijî kurdan dimeşîne.
Ji bo guhertina vê nêrînê û guhertina sinifandina terorê pêdivî bi pêngaveke cidî heye.
Bi vê guhertinê re wê siyaseta Amerîkayê jî were guhertin.