HEWILDANA DORGIRTIN Û TÊLKIRINA DORA WARGEHA MEXMÛRÊ
MEXMÛRIYAN BI VEDANA KONEKÎ DEST BI ÇALAKIYÊ KIRIN
27’ê Kanûnê hêzên Iraqê ji nişka ve dor li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtin û xwestin dora wê têl bikin.
Bi hezaran şêniyên wargehê li ber vê yekê rabûn û bi sekna xwe, ev dorgirtin û êriş dan rawestandin.
Li ser navê şêniyên wargehê, ji bo rê li ber vê polîkaya êrişkar bê girtin heyetek bi hevdîtinan di nava livûtevgerê de ye.
Hat ragihandin, ku hewldana dorgirtina li wargehê û têlkirina wê, bi Peyama 9’ê Cotmeha 2020’an a li ser Şengalê re girêdayî ye.
Li dijî vê polîtîkayê û şêniyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê dest bi çalakiyeke nû kirin.
Mexmûriyan li nêzî seytereya hêzên Iraqê konê çalakiyê vedan.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê, daxuyaniyek hat dayîn.
Endamê Komîteya Karên Derve ya Wargehê Seîd Çomelk li ser navê xelkê Wargehê axivî.