LI HEWLERÊ DÎSA LEHÎ RABÛ
MEXDURÊN LÊHIYÊ: KEDA ME YA BI SALAN LI BER LEHIYÊ ÇÛ
Hîna hikûmetê tazmînata mexdûrên lêhiya meha derbas buyî nedayî, lêhiyek din li Hewlêrê rabû.
Gelek tax û cadeyên sereke yên Hewlêrê dibinê avê de man û av ket nava gelek xanî û dikanan.
Gelek wesayît li ser rêyan asê man, trafîk sekinî û xwendevanan neçûn dibistanê..
Yek ji cihên ku herî zêde welatiyan ji lêhiyê zerer dîtin, taxa Teyrawa bû.
Her wiha zirareke mezin li mal û milkê xelkê bû.
Mexdûrên lêhiyê dibêjin; keda wan a bi salan li ber lehiyê çû û nerazîbûn nîşanî xemsariya rayedaran dan.
16 Kanûnê jî ji ber barana zêde li 15 deverên Hewlêrê lehî rabûbû û 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû.