MEŞA JI LOZANÊ HETA CENEVÊ
MEŞ WÊ 3 ROJAN DEWAM BIKE
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê, Kurd û dostên xwe ji Lozanê ber bi Cenevê ve dimeşin.
Meşê bi beşdariya gelek dostên Kurdan, hunermend, siyasetvan û nivîskaran dest pê kir.
Organîzatorên meşê ragihandin, ku ew bi vê meşê dixwazin balê bikşînin ser êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Kurdan û Kurdistanê.
Di meşê de berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê jî hat silavkirin.
Ev meşa dirêj wê 3 rojan dewam bike.
Di roja dawî de jî wê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê mitîngek bê lidarxistin.