Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meşa ji Lozanê heta Cenevê: Li ber avahiya Kurdistan lê kirin 4 parçe daxuyanî hat dayîn

 

MEŞA JI LOZANÊ HETA CENEVÊ
LI BER AVAHIYA KURDISTAN LÊ KIRIN 4 PARÇE DAXUYANÎ HAT DAYÎN

Ev der bajarê Swîsre Lozan e, ku bi peymaneke li ser navê wê, Kurdistan hat parçekirin.

Înîsiyatîfa Parastina Kurdistanê îro li vê derê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hatibû mohrkirin û Kurdistan kiribû çar parçe pêk hat.

Hem nûnerên sazî û rêxistinên Kurd, hem jî yên dostên wan peyamên xwe dan.

MEŞA JI LOZANÊ HETA CENEVÊ
AHMET KARAMÛS: DIVÊ EM DESTÛRA LOZANEKE NÛ NEDIN

Pêşî Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî.

Ahmet Karamûs ji bo Lozaneke nû neyê mohrkirin bal kişand ser girîngiya sazkirina yekîtiyê.

Nûnerên sazî û partiyên Swîsrî, nûnerên hêzên demokrasiyê jî di çalakiyê de axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo doza azadiya Kurd anîn ziman.

MEŞA JI LOZANÊ HETA CENEVÊ
NEZAHAT ERGUNEŞ: MEŞA ME BI TAYBETÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO YE

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê jî Nezahat Erguneş axivî.

Nezahat Erguneş got, em ê 3 rojan bi taybetî ji bo azadiya Rêber Apo bimeşin.

Divê jinên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe mezin bikin.

MEŞA JI LOZANÊ HETA CENEVÊ
ZUBEYÎR AYDAR: DIVÊ HER KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ XWEDÎ HELWEST BE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar berxwedana dîrokî ya gerîla ya ji 23’yê Nîsanê ve li Zap, Metîna û Avaşînê dewam dike bi bîr xist.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê xwest her Kurdek welatparêz li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv