MEŞA DIRÊJ A CIWANÊN EWRÛPAYÊ 5’Ê ÎLONÊ JI HANNOVERÊ DEST PÊ DIKE
Meşa Dirêj ku ev 20 salin li Ewrûpayê wek kevneşopîyek her sal ji bo azadîya Rêber Apo tê lidar xistin, îsal jî wê 5’ê Îlonê dest pê bike.
Komîteya amadekar destnîşan kir ku di vê dema şidandina tecrîda li ser Rêber Apo de, tevlîbûna meşa dirêj gelekî girîng e.
Meşa Dirêj îsal wê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serî hilde’ bi dirûşma “Ji bo azadiya Rêber Apo, bi hev re serhildan” pêk tê.
Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Swêd, Îngilistan û tevahiya Ewropayê bi sedan ciwan tevlî bibin.
Komîteya Amadekar derbarê meşê de daxuyaniyek weşand û bal kişand ser faşîzma dewleta Tirk ku li tevahiya Kurdistanê gihaye asta herî bilind û çalakî jî wê bi ruhê berxwedana Cenga Heftanînê bê li dar xistin.
Komîte destnîşan kir ku di vê dema şidandina tecrîde li ser Rêber Apo de, tevlîbûna meşa dirêj gelekî girîng e.
Komîteyê bang li ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kir ku tevlî çalakiyê bibin û li dijî kapîtalîzm, faşîzm û mêtingeriyê bibin yek û têbikoşin.