MERTALÊN ZINDÎ YÊN JIN:
HEKE EM BIBIN YEK EM Ê DAGIRKERIYÊ BIŞKÎNIN
Êrişên dagirkeriya tirk û metirsiyên li ser herêmê, xelkê Başûrê Kurdistanê aniye ber teqîneke mezin.
Xelkê herêmê li dijî dagirkeriyê di hemû platforman de nerazîbûna xwe nîşan dide.
Herî dawîn 30’ê Gulanê bi pêşengiya jin û ciwanan ji Koyê ber bi Hewlêrê ve meşek jî hat destpêkirin.
Armanc ji meşê ew bû ku di dawiyê de çalakiya mertalên zindî bidin destpêkirin.
Lê belê asayîşê ev meş asteng kir.
Meşvanên jin li dijî astengiyê nerazîbûn nîşan dan.
Hevseroka Tevgera Azadî a Silêmanî Şehên Mihemed diyar kir ku ewê peyama xwe bigihinîn Hewlêrê.
Yek ji beşdarên meşa dirêj, Sara Reza jî der barên êrîşên dewleta Tirk de axivî.