Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Merasîma 3 jinên şoreşger Zehra, Emîne û Hebûn li Kobanê

 

 

Zehra, Hebûn û Emîne bi kesayeta xwe ya şoreşger û çalak, bûn şopdarê jinên ku serî netewandin û navê xwe li dîrokê nivîsandin.

Em van her sê ku di êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk de li gundê Helîncê hatine şehîd kirin ji nêzve nas bikin.

SÊ JINÊN ŞOREŞGER
ZEHRA BERKEL, EMÎNE WEYSÎ, HEBÛN MELE XELÎL

Jinên xwe rêxistinkirî û pêşeng di hedefa dewleta tirk a dagirker de ne.
KADINLAR
Ewqas ji hêz û pêşengiya wan didtirse bi awayek korsanwarî êrişî wan dike.

Li Parîsê di şexsê Sakîne Cansiz de 3ê jinên pêşeng,

Li Silopya di şexsê Sêvê Demir de sê jinên Şoreşger,
Amara-Hevrîn-Xalef-Dayê-Aqîde
Di dagirkirina serêkaniyê û girê sipî de jî Hevrîn Xelef, Dayê Eqîde û Amar,

Û herî dawî 23ê Hezîrana 2020an li Kobanê gundê Helincê;

Zehra Berkel Dayê Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl bi awayeke bêbext ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin şehîd xistin.

Sê jinên şoreşger û Pêşeng ên li Kobanê bûn hedefa dewleta tirk kî bûn?

Çima Zehra Berkel di hedefa dewleta tirk de bû.

Zehra yek ji endama koordînasyona Kongra Star a Herêma Feratê bû.

Zehra Berkel a 33 salî li Kobanê hat dinê û Fakulteya Hiqûqê li bajarê Helebê xwend.

Di destpêka sala 2013’an Zeyrayê li Mala Jinan dest bi xebatan kir û piştre di Heyva Sor a Kurd de xebitî.

Piştî demekê dibê hevseroka şaredariya Gel a Kobanê û xizmetê dide şêniyên bajarê xwe.

Piştî xebata li şaredariyê, bû hevseroka Desteya Edaletê ya Kobanê.

Sala 2014an Zehra di berxwedana Kobanê a DÎrokî de cihê xwe girt.

Zehra piştre ji bo bibe dengê jinan di xebatên kongra Star de cîh digre.

Ji ber xebatên xwe ên endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê sala 2018’an hat xelatkirin.

Zehra bi fikr û felsefeya Rêber Apo ji bi xwe dike kirdeya jiyanê.

Emîne Weysî jî ji gundê Helincê yê Kobanê ye û dayika 5 zarokan bû.

Bi kesayeta xwe ya welatparêz dihat nasîn.

Beşdarî tevahî çalakiyên jinan dibû.

Keça Dayîka Emîne wiha qala hedefgirtina jinan dike.

Hebûn Mele Xelîl jî ji gundê Bêndir ê rojavayê bajarê Kobanê ye.

Hebûn jî endama Koordînasyona kongra Star a Herêma Feratê bû.

Şoreşgera jin Hebûn ji bo mafê jinê têdikoşiya.

Zehra, Hebûn û Emîne bi kesayeta xwe ya şoreşger û çalak, bûn şopdarê jinên ku serî netewandin û navê xwe li dîrokê nivîsandin.

Sê jinên Şoreşger û azad doh li warê berxwedanê kobanê bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv