Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Melanie Gingell: ‘Welatên Ewrûpî hevkarên sûcên şer ên dewleta Tirk in’

 

JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
MELANIE GINGELL: SERLÊDANÊN LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ ZÊDE BÛN

Dewleta Tirk ev bi salan e li Kurdistanê çekên kîmyewî bikartîne lê tevî vê yekê saziyên Ewrûpî û welatên cîhanê li hemberî vê bêdeng in.

Endama Desteya Rêveber ya saziya sîwan a Yekîtiya Jinên li Îngilistanê Women’s Alliance, Melanîe Gîngell destnîşan kir ku dewleta Tirk bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên xwe yên şer zêde dike.

Gîngell da zanîn ku bi taybet jî di 5 mehê dawî de li Başûrê Kurdistanê û Iraqê der barê bikaranîna çekên kîmyewî yê dewleta Tirk de serlêdanên hatine kirin zêde bûne, lê tevî vê yekê huqûqa navnetewî nayê bikaranîn.

Gîngell got, “Mîna ku qanûnên navnetewî ji bo parastina mafên mirovan, pêşxistina aştî û aramiyê hatine amadekirin tên nîşandan, lê di rastiyê de berovajî vê ye. Tenê ji bo berjewendiyên dewletan kar dikin û mafên mirovan tine tên hesibandin.

JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
MELANIE GINGELL: WELATÊN EWRÛPÎ HEVKARÊN SÛCÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK IN

Melanîe Gîngell ku di heman demê de berdevka Kampanya Ji bo Kurdistanê Aştiyê ye, anî ziman ku saziyên Ewrûpî jî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bêdeng dimînin û bi vê yekê hevkariya sûcên şer ê dewlata Tirk dikin.

Gîngell di vê mijarê de weha axivî:

Îngilîstanê jî hevkariya sûcên şer yê dewleta Tirk dike.

Yek ji bazirganên herî mezin a çekên Tirkiye jî Îngilistanê ye.

Ji ber vê yekê jî sazî û enstûtiyên navnetewî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî gavên pêwîst navêjin.

Dewletên Ewrûpî û saziyên li vir weke tê xwestin pîvanên qanûnên navnetewî bi cîh nayenîn, lê tevî vê yekê mîna ku van pêk tînin nîşan didin. Ji ber vê yekê divê em bi awayekî cîdî wan şermezar bikin.”

JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
“DIVÊ SAZIYÊN EWRÛPÎ LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ ERKÊN XWE PÊK BÎNIN”

Endama Desteya Rêveber ya saziya sîwan a Yekîtiya Jinên li Îngilistanê Women’s Alliance Gîngell bang li enstîtuyên Ewrûpî kir ku di vê mijarê de lêkolînên sebixwe bikin û bi awayekî lezgîn ên çekên kîmyewî bikartînin û dewletên hevkariya vî sûcî dikin ceza bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv