Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: ‘Bêdengî qeyrana aboriyê kûrtir dike’

 

BÊDENGÎ QEYRANA ABORIYÊ KÛRTIR DIKE
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Tirkiye ji aliyê av, ax, roj û çavkaniyên debarê yên xwezayî ve, welatekî pir dewlend e. Lê hikûmetên ku vî welatî bi rêve dibin, li gorî aqilê ku çawa bêtir xwe zengîn bikin û sermayê ji xwe re çêkin welat bi rêve dibin. Ji bo kes li dijî vê yekê îtîraz neke û dengê xwe bilind neke jî polîtîkayên şerê taybet ku çawa bêtir mirovan bi koletiyê razî bike pêş dixin. Tecrîdê pêş dixe. Li gorî xwe zagon û qanûnan çêdikin. Bi van zagon û qanûnan koletî, binpêkirina mafan û tundiya li ser civakê rewa dikin. Dema em li rewşa îro ya Tirkiyê dinêrin ev yek pir şênber li ber çavan e.
(…)

Em her roj dibînin ku her tişt zêde zem dibin. Em li buhayê zexîreyên sereke yên wekî rûn, şekir, çay, savar, nîsk, nok, fasûlî, hêk û hwd. dinêrin, em dibînin ku her tişt pir buha bûye. Zexîre/xurekên bingehîn ji sedî sed zem bûye. Lê meaş û hatina mirovan zêde nebûye. Mirovên ku hatina wan zêde nabe, lêçûna wan zêde dibe. Ev dibe sedem ku mirov bêtir xizan bibe.

Li Tirkiyeyê rêjeya birçîbûn û xizaniyê di mehek dawî de ji sedî 10 zêde bû. Êdî her tişt rojane buha dibe. Li gorî daneyên dawî di nava welatên Ewropayê de Tirkiye welatê 2’yemîn ê herî kêm ku bi heqê kêmtirîn mirovan dide xebitandin. Ev jî wateya ku di nava welatên Ewropa de herî zêde li Tirkiyeyê keda mirovan erzan e. Hem keda mirovan erzan e, hem welatiyên Tirkiyeyê her ku diçe feqîr dibin.
(…)

10-15 roj berê li Enqere, Stenbol, Îzmîr û çend bajarên din welatî derketin kolanan û nerazibûnên xwe anîn ziman. Çend rojan gel nerazibûnên xwe anî ziman û dîsa dengê xwe qut kir. Ji ber ku gel dengê xwe qut kir, piştî wê li şûna dolar dakeve, dolar bêtir buha bû.

Ev nîşan dide ku hikûmet li gorî bertek û nerazîbûnên bi girseyî û civakî gavan diavêje. Ger ku îro bi milyonan kes wekî tekakesî nerazîbûnên xwe bîne ziman, ev yek hikûmetê natirsîne. Hikûmet û dewlet bi nerazibûnên tekakesî natirse. Divê bi milyonan kesên ku îro bi keda erzan kar dikin û bi milyonan kesên ku betal in û di sînorê birçîbûnê de dijîn, zanibin ku mafê wan tê xwarin û mafê wan tê binpêkirin.

Divê bi vê zanebûnê li mafê xwe yê xwezayî û zagonî xwedî derkevin. Kengî me bi milyonan dengê xwe kir yek û em bi hevre li mafê xwe yê aborî geriyan, wê demê dê qeyrana aborî ji holê rabe. Di vê rewşê de qeyrana bêdengî û qeyrana bêrêxistiniyê heye. Kengî em li mafê xwe xwedî derkevin û bi rêxistinî mafê xwe biparêzin, wê demê dê qeyran bi dawî bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv