Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: ‘PDK sûcê şer dike’

 

PDK SÛCÊ ŞER DIKE
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Dewleta Tirk, êrîşên xwe yên ku di 23’ê nîsanê de li başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, bi bombebaranê didomîne. Di êrîşên hewayî yên 3 mehên dawî de tê gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî û gaza bijehr bi kar tîne. Gelê Behdînanê li gel bombebarana zêde naxwazin gundên xwe terk bikin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rayedarên Tirkiyeyê derbasî başûrê Kurdistanê bûne, bi rayedarên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtin kirine. Ji muxtarên herêmê xwestine ku der barê tevgera PKK’ê de agahî bidin wan û gef li wan xwarine. Ji muxtaran xwestine ku der barê bikaranîna gazên bijehr de agahî nedin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, bi taybetî di nav mehekê de li Kanîmasî û derdora wê û li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliya sorbûna zêde ya çavan, şolîbûna roniya çavan, serêşandina jinişkeve, xwînbûna poz, zehmetkişandina bêhngirtinê, sorbûn û pelqokên di laşên xwe de serî li nexweşxaneyên Duhok û derdora wê dane.

Artêşa tirk ku nikare li dijî gerîlayan şer bike, li dijî gerîlayan çekên kimyewî bi kar tîne. Di 3’yê îlona 2021’an li Girê Sor a Avaşînê Artêşa Tirk çeka kimyewî bi kar anî û 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Di 5’ê cotmehê de li Werxelê çekên kîmyewî bi karanî. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ev agahiyên şênber nîşan dide ku Artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê li herêmê şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne. Di gelek peymanên navdewletî de bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Kesên ku li gel vê peymanê çekên kîmyewî bikar tînin sûcê mirovahiyê dikin. Sûcê şer dikin. Yek ji aliyên ku sûcê şer dike jî Tirkiye û PDK ye. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî rêgez û pîvanên şer in.

Dema Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne, bi hevkarî û destê PDK’ê van çekan bikar tîne. Bi taybetî di meha îlon û cotmehê de Artêşa Tirk li başûrê Kurdistanê bi destûr û hevkariya PDK’ê bi dehan caran çekên kîmyewî bikar anî. Şehîdkirina şervanên kurd û mirina welatiyên herêmê piştrast dike ku Tirkiye bi balafirên şer bi destûra PDK’ê li dijî gelê xwe û şervanên kurd çekên kîmyewî bikar tîne. PDK bi vê yekê dibe şirîkê şer û li dijî gelê xwe sûcê şer dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv