Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: PDK eşkere îxanetê dike

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
PDK EŞKERE ÎXANETÊ DIKE

PDK bi salan e neyartiya gelê xwe dike. Neyarî ne tenê bi şerê çekdarî ye. Eger partiyek ji bo gelê xwe xizmetê neke, nirx û berjewendiyên gelê xwe neparêze, ew nabe partiya wî gelî. Eger partiyek gelekî bi rêve bibe û hikûmeta wî gelî xistibe destê xwe; divê li gorî daxwaz, berjewendî û parastina nirxên gel ên neteweyî, civakî, aborî û siyasî tev bigere. Lê li dijî vê yekê hemû nirxên wî gelî yên maddî û manevî pêşkêşî dewleteke din bike ew neyartî ye. Ew dijminantî ye.

Niha dema em li pratîk û sekna PDK’ê dinêrin êdî aşkera dijminatiya gelê xwe dike. Aşkera îxanetê bi gelê xwe re dike. Dijminatiya av, ax, daristan û civaka xwe dike. Hem dijminatiya gelê xwe dike, hem jî hevkariya dijminê xwe dike. Li aliyekî dibêje ez partiya kurdistanî me lê li aliyê din di hembêza wê de hêzên biyanî û hêzên dewletên din tên li ser sînga wê qereqol û baragehên xwe ava dikin. Li ser sînga wê şîrketên bazirganiya xwe ava dikin. Sîxurên xwe li wir bi cih dikin. Xwezaya wê talan û wêran dikin. Her roj bi tang û topan axa wê bombe dike. Li ser sînga wê komên çeteyên Artêşa Sûriyeya Nijadî bi cih dike. Gundan vala dike û li şûna milletê xwe çeteyan û malbatên wan bi cih dike.

Herî dawî hêzên PDK’ê ji bo leşkerên artêşa tirk bi hêsanî karibin bikevin herêmên di bin kontrola gerîla de, dest bi vekirina rêyeke nû kir.

Li gorî dîmenê ku di 28’ê tebaxê de hatin parvekirin jî xuya dibe. Di van dîmenan de ji bo çêkirina rêyeke nû bi dehan wesayîtên weke dozer, kepçe û hwd. li herêma Çarçel a Metînayê ji bo çêkirina rê dest bi kar kirine.

Di encama çêkirina rê de li çiyayê Metînayê zirareke mezin digihije jîngeha herêmê.

Berê jî çend caran PDK li heman herêmê kete nava hewldana êrîşkirina ser gerîla. PKK û HPG’ê jî bang li PDK’ê kiribû ku dest ji provakasyonan û rê xweşkirina ji dagirkeriya tirk re berde.

Eger îro bi hêsanî leşkerên Tirk dikare sînor derbas bike û di nava wê de şer bike, ev encama dijminatiya PDK’ê ya bi gelê xwe re ye. Eger îro li herêma Zaxo, Metîna û Amediyê bi sedan gund ji ber êrîşên leşkerên tirk vala bibin û li şûna wan çeteyên Artêşa Sûriyeyê ya Nijadî û malbatên wan bi cih bibe, ev encama îxaneta PDK’ê ya bi gelê xwe re ye.

Êdî PDK aşkera îxanetê li gelê xwe dike. Divê êdî gelê kurd û gelê kurd ê herêma Federal a Kurdistanê li dijî vê yekê dakevin kolanan û dengê xwe bilind bikin. Ku gelê kurd dengê xwe bilind neke, PDK wê hemû axa başûrê Kurdistanê bifiroşe Tirkiyeyê. PDK wê rê li pêş komkujiyên mezin û şerekî mezin veke. Divê kurd êdî vê yekê bibînin û destûrê nedin vê yekê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv