Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Mesûd Barzanî eşkere hevkariya şer dike

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
MESÛD BARZANÎ EŞKERE HEVKARIYA ŞER DIKE

Demek dirêj e hêzên PDK’ê aşkera hevkariya Tirkiyeyê dike û bi hev re êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dikin. Bi hevkarî û tevkariya PDK’ê heta niha bi dehan baragehên TSK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê hatin avakirin. Bi destûra PDK’ê bi dehan caran balafirên şer ên TSK’ê sînor derbas kirin û gundên di nava axa başûrê Kurdistanê de bombe kirin. Bi dehan gundî hatin kuştin. Çima bi destûra PDK’ê?

Eger ne bi destûra wê bûya dê bertek nîşanî van êrîşan dabûya. Lê heta niha Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî carekê jî daxuyanî nedaye. Carekê jî hikûmeta Tirkiyeyê hişyar nekiriye û negotiye ‘Hûn çima peymanên navdewletî îhlal dikin? Hûn çima sûcê şer dikin? Hûn çima axa me bombe dikin û welatiyên me qetil dikin? Her tim li dijî van êrîşên balafirên şer, li dijî operasyonên leşkerî yên der sînor bêdeng ma. Hê jî bêdeng e.

Di 30 salên dawî de TSK’ê bi sedan operasyonên bejayî û hewayî lidar xistiye. Li dijî van êrîşan rêxistinên civakî, partiyên siyasî, rewşenbir, siyasetmedar, nûnerên gel û pêşengên civakê bi dehan caran heyet ava kirine û bi Serokê PDK Mesûd Barzanî re hevdîtin kirine. Di hemû hevdîtinan de Mesûd Barzanî ziyaretên heyetan erênî pêşwazî kiriye û daxwazên wan red nekiriye.

Lê dema em li pratîk û geşedanan dinêrin ne wisa ye. Em dibînin hemû hevdîtin bê encam dimînin. Bê navber baregehên nû yên TSK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê tên avakirin. Operasyon li ser operasyonan tên lidarxistin. Li dijî van operasyonên leşkerên TSK’ê bêdeng dimîne. Bi vê yekê jî nayê ser hêzên pêşmergeyan ji bo hevkariyê dişîne qadên şer. Hêzên PDK’ê herî dawî di 24’ê Tîrmeha 2021’an de, li herêma Metînayê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn. TSK ji 23’ê Nîsanê de li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya PDK’ê operasyonan li dar dixe. Lê heta niha encam negirtiye.

Ji ber TSK encam nagire vê carê PDK hêzên xwe dixe operasyonê. Divê hemû gelê kurd êdî vê rastiya PDK’ê qebûl nekin û helwestek tund nîşan bidin. Divê hunermend, rewşenbir, siyayasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî bi hevre li qadan bertek nîşanî PDK’ê bidin û hişk hişyar bikin. Ji ber ku êdî PDK aşkera tevkarî û hevkariya AKP-MHP’ê dikin. AKP-MHP-PDK bi hevre li dijî kurdan şer dikin û kurdan bi kurdan didin kuştin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv