Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Her roj komkujî

 

HER ROJ KOMKUJÎ
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Li Tirkiyê her roj komkujî heye. Her rojê zêdeyî 250 kes bi vîrûsa corona dimrin. Tenê di 15’ê nîsanê de 297, di 14’ê nîsanê de 279 û di 13’ê nîsanê de jî 273 kes mirin. Di hefteya dawî de hezar û 790 kes bi vîrûsa Covît-19 mirin. Heta niha li Tirkiyeyê 35 hezar û 31 kes bi vîrûsa corona mirin. 4 milyon û 86 hezar û 957 kes jî bi vîrûsa corona ketin. Ev tenê li Tirkiyeyê ye. Lê li welatê cîhanê jî ew qas zêde ye. Gelo em çiqas li dijî vê komkujiyê bi bertek in? Gelo hikûmet çiqas tedbîrên zanistî digire?

Tişta herî dilêş êdî ev komkujî bûye wekî perçeyek jiyana mirov. Gelek jê wekî qeder pênase dikin. Êdî mirina bi vîrûsê pir asayî tê dîtin. Li dijî belavbûna vê vîrûsê tu bertek jî tune ye. Li dijî mirina ew qas mirovan êdî tu kes dengê xwe jî nake. Lê dema mirov li daneyan dinêre her roj komkujî heye. Her roj zêdeyî 250 mirov bi vîrûsa corona jiyana xwe ji dest didin. Her hefteyê bi hezaran mirov bi vê şewbê dimrin. Her çend derziya dermanê vê vîrûsê dîtibin jî, lê hêj tu mîsogeriya vê derziyê ya li dijî vîrûsê tune ye. Eger hikûmet û dewlet tedbîran bigirin dikarin rê li pêş vê şewbê bigirin.

Lê armanc û feraseta hikûmet û dewletê ne çareserî ye. Eger armanca hikûmetê çareserî bûya wê daneyên rast bi raya giştî re parve kiribûna. Wê ji bo tedbîran pêşniyar û fikrên hemû xizmetkarên tenduristiyê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî bigirta. Bi qedexeya hefteyê 2 rojan dawî li vîrûsê naye. Ji bo hin kesan qedexe û ji bo hin kesan serbest jî nabe çareserî. Bi nêrîna welatiyan a wekî qederê jî dawî li vê komkujiyê naye. Her roj bi sedan kes bi vîrûsê dimirin. Eger em vê wekî komkujî qebûl bikin û li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin, wê demê em ê karibin rê li pêş vê vîrûsa covîd-19 bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv