Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsên malbatên şehîdan li gelek deveran li dijî hovîtîya dewleta Tirk daxuyanî dan

 

LI EFRÎNÊ HOVÎTIYA LI DIJÎ CENAZEYÊN ŞEHÎDAN
MECLÎSÊN MALBATÊN ŞEHÎDAN LI GELEK DEVERAN DAXUYANÎ DAN

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê li ser hovîtiya dewleta Tirk a li dijî cenazeyên şehîdan û şerê wê yê taybet daxuyanî da.

Daxuyanî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Kantoya Şehba Ehrezê hat dayîn.

Endamê Meclîsê Avdar Elo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku gora hatiye vekirin a şehîdên berxwedana Efrînê ye.

Malbatên Şehîdan bang li civaka navneteweyî jî kirin.

Meclîsên Malbatên Şehîdan ên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Temir û Helebê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin, ku dewleta Tirk jî weke DAIŞ’ê tevdigere û bi heman rengî êrişî cenazayên şehîdan dike.

Meclîsan bang li hêzên demokrasî û aştiyê, û dostên gelên bindest ên li cîhanê kirin, ku li ber vê hovîtiya dewleta Tirk rabin.

Di daxuyaniyan de wiha hat gotin:

Em bi hezaran malbatên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb û Suryanî, em ê bi awayên cûda, bi hêza xwe hemûyî li dijî şerê taybet û qirêj bisekinin.

Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê li kêleka zarokên xwe yên li eniyên şer bisekinin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv