MECLISA TIRKIYÊ TEZKEREYA ŞER QEBÛL KIR
BI DENGÊN AKP, MHP Û ÎYÎ PARTÎ DESTÛRNAMEYA ŞER JI BO 2 SALAN HAT DIRÊJKIRIN
26’ê Cotmehê ango doh li meclîsa Tirkiyê, careke din destûrnameya şer a li dijî gelê Kurd hate qebûl kirin.
Tevî HDP’ê, Partiya Karkeran a Tirkiyê TÎP, EMEP, SYKP, Partiya Keskan û Çep, destûrname protesto kirin.
Partiya Gel a Komarî CHP jî cara yekê destûrname red kir.
Berî dengdanê li Meclîsa Tirkiyê, têkildarî destûrnameyê nîqaş hatin kirin.
Parlamenterên HDP’ê li Desteya Giştî ya Meclîsê dowîzên “Destûrname şer e”, “Şer jinan dikuje”, “Destûrname xizanî ye” û “Destûrname mafyayê xwedî dike” hildan.
Piştî destûrname hat xwendin jî partiyên li meclîsê nirxandin kirin.
Piştî nîqaşan destûrnameya şer bi dengê MHP ya ku şirîkê hikûmetê ye û ÎYÎ Partî hat qebûl kirin.
Tezkereya şer ku axa Sûrî û Iraqê digire nava xwe, ji bo du salan ango ji 30’ê Cotmeha 2021’an heta 30’ê Cotmeha 2023’an hat dirêjkirin.
Tezkereya şer dikare çi bi xwe re bîne.
1-Dewleta Tirk dikare li dijî Rojavayê Kurdisgtaê cardin dest bi tevgera dagirkeriyê bike.
2- Êrişên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê dikare berfireh bike.
3- Artêşa Tirk bi pejirandina tezkereyê re dikare zêdegaviyên heyî berfireh bike.
Dewleta Tirk a sermaya welat hemû dike bin xizmeta şer, aboriya welat têk biriye.
Tenê ji destpêka heftê ve lîreyê Tirk qimeta xwe ji sedî 10 winda kir.