Meclîsa tenduristî ya KCD’ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser rewşa tecrîda li Imraliyê û got:
“Em derheqê tendurustî û ewlehiya Ocalan de ti agahî nagirin. Azadiya Ocalan dikare rê li ber gelek guherînên baş vebike.
MECLÎSA TENDURISTÎ YA KCD’Ê:
JI BO DERKETINA JI QIRÎZA HEYÎ, AZADIYA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E
Meclîsa tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk têkildarî mijarên di rojevê de ne daxuyaniyek nivîskî da.
Meclîsê bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Apo ku derheqê tenduristî û ewlehiya wî de agahî nayê girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê ji komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û vir ve dewam dike.
Bi vê tecrîdê tê xwestin ku azadî û daxwazên siyasî yên gelên Rojhilata Navîn werin tepisandin.”
Di daxuyaniyê de têkildarî qirîza li Tiriyê heyî û riya çareseriyê jî wiha hate togin:
“Ji bo derketina ji vê kaosê û bi taybetî ji bo pêşeroja azad a gelên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan girîng e.”
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de îşaret bi tekoşîna li dijî tecrîdê kir û got:
“Divê tekane rojeva me mezinkirina têkoşîna şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan be.
Em carek din diyar dikin ku tenduristiya Abdullah Ocalan wê aloziyê ji holê rake.
Li ser vî bingehî em hemû gelê xwe vedixwînin refên têkoşînê.”