Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meclîsa Îştar: Vîna xelkê Şengalê nas bikin

 

PÎLANÊN QIRÊJ ÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
MECLÎSA ÎŞTAR: VÎNA XELKÊ ŞENGALÊ NAS BIKIN

Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê li dijî hewldana artêşa Iraqê ya bi xeter daxuyaniyek da.

Daxuyanî li saziya malbatên şehîdan bi tevlîbûna gelek şêniyên wargehê hate dayîn.

Endama Koorgînasyona Meclîsa Îştar Xûrbet Îşlek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi fermanên li ser Êzîdiyan hat kirin û wiha hat gotin:

Hêzên dagirker ji bo fermanên nû di nava hewldanan de ne.

Bi hatina Hakan Fîdan re hevdîtin li gel Iraqê kirin û êrîşên li ser Şengalê dest pê kirin.

Dixwazin bi peymana 9ê Cotmehê, fermana sala 2014an temam bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga naskirina xweseriya Şengalê li hikumeta Iraqê hate kirin;

PÎLANÊN QIRÊJ ÊN LI DIJÎ ŞENGALÊ
JI PYD, TEV-DEM Û HDP’Ê BANGA LI HUKÛMETA IRAQÊ

Tev-Dem, PYD û HDP’ê jî li dijî hewldana bi xeter a artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya Tev-Demê de wiha hat gotin:

Ev yek xizmeta dewleta Tirk û hevalbendên wê dike û li dijî Êzîdiyan fermaneke nû ye.

Em ê li pişt vîna Şengaliyan bin heta berxwedana wan a dîrokî biserkeve.

Meclîsa Giştî ya PYD’ê jî bal kişand ser siyaseta Bexda ya li dijî Şengalê:

Divê hukûmeta Iraqê hurmetê ji vîna Êzîdiyan re bigire.

Em jî teqez dikin, ku bi derfetên xwe hemûyan em ê destekê bidin xelkê Şengalê.

Berdevkên Têkiliyên Karên Derve yên HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy jî gotin, divê hukûmeta Iraqê li cihê şowa eskerî, bi êzîdiyan re bikeve nava danûstandinan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv