Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mam Zekî Şengalî, Rêberê civaka Êzidî

 

MAM ZEKÎ ŞENGALÎ
RÊBERÊ CIVAKA ÊZÎDÎ

Îsmaîl Ozden bi nasnav Zekî Şengalî 28’ê Çileya 1952’an li navçeya Batmanê Qubînê li gundê Şimzê ji dayik bû.

Heta 17 saliya xwe li gund mezin bû.

Şengalî dibistana seretayî li gund xwend û ji ber zextên li ser civaka êzidî neçar ma dev ji dibistana navîn berde.

Ji ber ku li gund mezin bibû ji jiyana gund û çiyê gelekî hez dikir.

Di sala 1969’an de dema ku Şengalî 17 salî bû, birayê wî ew vexwend Almanyayê.

Zekî Şengalî nedixwest biçe Ewrûpayê, nedixwest ji jiyana gund qut bibe.

Ew û birayê xwe diçin Stenbolê û bi riya trenê diçin bajarê Celle yê Almanyayê.

Şengalî sala 1978’an li Almanyayê sempatîzanên PKK’ê nas dike û piştî bi salekê jî manîfestoya PKK’ê dixwîne.

Şengalî piştî xwendina manîfestoya PKK’ê guhertin pêre çêdibin û heman salê li zanîngeha Hannoverê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.

Zekî Şengalî li aliyekî li fabrîqeyê dixebite, li aliyê din tevî komek hevalên xwe yên Êzidî dest bi xebatên propogandayê dikin.

Vê koma ciwanan sala 1981’ê Komeleya Karkerên Welatparêzên Kurdistanê li bajarê Celle vekirin û Şengalî jî bû serokê komeleyê.

Şengalî di derxistina kovara Serxwebûnê de jî cih girt.

Şengalî cara pêşî sala 1983’an ji bo karekî ji Ewrûpayê diçe qadên gerîla.

Piştî bi 2 salan 1985’an dîsa diçe cem gerîlayan û li wê derê Rêber Abdullah Ocalan jî nas dike.

Piştî ku Ocalan nas dike biryara xwe dide tevlî nava tevgera azadiyê ya Kurdistanê bibe.

Sala 1987’an bi awayekî fermî beşdarî nav tevgera azadiyê dibe.

Sala 1989’an kurê wî Sîpan jî diçe çiyayên Kurdistanê û dibe gerîla, lê 1992’an li Mêrdînê di şer de şehîd dibe.

Zekî Şengalî 1993’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Ji bo xebatên partiyê bike careke din diçe Ewrûpayê û dema ku Ocalan dîl hat girtin vegeriya Kurdistanê.

Herî dawî sala 2014’an, piştî fermana 3 Tebaxê, berê xwe dide Şengalê û weke endamekî Koordînasyona Civaka Êzdî beşdarî xebatan dibe.

Di nava 4 salên derbasbûyî de, mora xwe li binê gelek kar û xebatên pîroz danî.

Ji ber hezkirina zêde, civaka Êzdî li Şengalê ew weke Mam Zekî binav kir..

Piştî rêwîtiya 40 salan a ked û fedekariyê, Îsmaîl Ozden, ango Mam Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an li Herêma Geliyê Şilo, di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk de, şehîd bû..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv