Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mam Rustem: ‘Ji ber bê tifaqiya Kurdan dijmin bi hêsanî dikare êriş bike

 

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Rustem têkildarî sedema zêdebûna êrişan û şehîdxistina Şukrî Serhed got, “Ji ber bê tifaqiya nava Kurdan MÎT û Îtlaat bi hêsanî çûnûhatinê li nava Başûrê Kurdistanê de dikin. Divê dewleta Tirk dest bi danûstandina li gel Kurdan bike. Ji berku bi şehîd xistina Kurdek li vî bajarî û Kurdek li bajarek din, ne Kurd ne PKK nejî Kurdistan tine nabe.”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyên dagirkeran. Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) roja 17’ê Îlonê li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhed şehîd bû.

Di derbarê sedema zêdebûna êrişên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina Şukrî Serhed de Pêşmergeyê Dêrîn Mam Rustem ji Rojnews re axivî û got; “Dema mal ma bê xwedî, êdî welat wêrane. Niha ev welat bê xwedî ye. Ne hikûmet desthilata wê heye, nejî hizban desthilat heye. Niha Herêma Kurdistan ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve tê birêvebirin. Hikûmeta heyî tenê ji bo çewisandina xelkê hejar, muçe birîn û gendeliyê heye. Ger hikûmet û saziyên ewlehiyê hebûyan, wê çawan têkoşerek wisan nava rojê were qetilkirin?!”

Mam Rustem da zanîn dewleta Tirk li dijî hemû gelê Kurd e, ji bona wê nabe ku mirov li benda ti başiyeke Tirkiyeyê bimîne.

Mam Rustem di dewamê de got, “Nikarin Kurdan tine bikin, vaye Rêber Apo hat girtin, PKK hîn mezintir bû. Ji bona wê divê dewleta Tirk dest bi danûstandina li gel Kurdan bike. Ji berku bi şehîd xistina Kurdek li vî bajarî û Kurdek li bajarek din, ne Kurd, ne PKK nejî Kurdistan tine nabe.”

Pêşmergeyê Dêrîn destnîşankir ku yekgirtina Kurdan di vê qonaxê de ji hertiştî giringtire û wiha domand, “Divê Kurd yekgirtinê di nava xwe de çêkin. Heta em Kurd hevgirtina xwe çênekin û her kes bi serê xwe be, wê tiştên ji yên niha xirabtir werin serê me Kurdan. Divê em yekbin û rê nedin Îran û Tirkiye wisan bi serkevin.”

Di dawiyê de jî Mam Rustem diyarkir ji ber bê tifaqiya nava Kurdan MÎT û Îtlaat bi hêsanî çûnûhatinê li nava Başûrê Kurdistanê de dikin û divê ji hikûmetê were pirsîn çawan dikarin nava Kurdan rêkbixin daku êrişên wisan dubare nebin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv