Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malbatên şehîdan li dijî êrişên PDK’ê nerazîbûn nîşan dan

 

ŞEHÎDKIRINA GERÎLA BI DESTÊ PDK’Ê
MALBATÊN ŞEHÎDAN LI DIJÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê NERAZÎBÛN NÎŞANDAN

Malbatên şehîdên Rojavayê Kurdistanê li gel Dayîkên Leçik Spî li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla bi çalakiyek nerazîbûna xwe nîşandan.

Çalakî li pêşiya Baxê Nalî yê Silêmaniyê pêk hat.

Li ser navê malbatên şehîdan Nalîn Misto daxuyani xwend.

Di destpêkê de êriş û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re hat şermezarkirin û hat gotin;

Mixabin PDK jî bûye beşek ji vê pil û siyaseta dijminane a li dijî gelê Kurd tê meşandin.

Nalîn Misto balkişan ser êrîş û şehîdxistina hêzên gerîla û ev ban li PDK’ê kir.

Her wiha bang li parlementoya Herêmê, kesayet, siyasetmedar û hêzên siyasî kir ku li dijî van kiryarên PDK’ê helwest nîşan bidin û piştgiriya daxwazên malbatên şehîdan bikin.

ŞEHÎDKIRINA GERÎLA BI DESTÊN PDK’Ê
CIWANÊN ŞOREŞGER BANG LI PDK’Ê KIRIN: JI XETA ÎXANETÊ VEGERE

Ji derveyî çalakiya li Silêmaniyê û konvedana li deriyê Sêmalka, li bajarok û taxên Qamişloyê jî ciwan li qadan bûn..

Ciwanan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û ev bang li PDK’ê kirin: ji xeta îxanetê vegere.

ŞEHÎDKIRINA GERÎLA BI DESTÊN PDK’Ê
19 PARTIYAN JI PDK’Ê XWEST KU LÊBORÎN JI MALBATÊN ŞEHÎDÊN XELÎFANÊ BIXWAZE

19 Partiyên siyasî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî şehîdxistina gerîlayên li Xelîfanê ya bi destê PDK’ê daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyanî hevpar de îşaret bi êrişên PDK’ê yên li dijî gerîlayan hate kirin û ev tişt hate gotin:

Bûyerên bi vî rengî heger berdewam bikin dê bandoreke neyinî li diyalogên kurdî-kurdî yên li Rojava bike û hemû destkeftiyên siyasî bi xeteriyan re rû bi rû bihêle.

Partiyan sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd re xwest û ji PDK’ê xwest ku bûyera li Xelîfanê ya êrişa li dijî gerîlayan eşkere bike û lêborînê ji malbatên gerîlayên şehîd re bixwaze.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv