CIHÊ BERXWEDANÊ: SÊMALKA
MALBAT 2 MEH IN JI PDK’Ê CENAZEYÊN XWE DIXWAZIN
WENE GERILA…
Sêmalka…
Me ev bajar bi berxwedana dayikên şehîdan re nas kir.
Ji ber ku 2 meh ango 60 rojin dayik li vir kon vedane û daxwaza cenazeyên xwe ji PDK’ê dikin.
Çi bi bû…
Di navbera 28 û 29’ê Tebaxê de hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemîn danîn pêşiya koma gerilayan.
Di êrişa PDK’ê de 5 gerîla şehîd bûn, gerilayek bi saxî filitî aqûbeta gerîlayekê jî nayê zanîn.
Ji wê rojê ve cenazeyên gerîlayên Şehîd di destê PDK’ê de ne.
2 ji wan gerilayan jî Tolhildan Raman û Serdem Cudî ji Rojavayê Kurdistanê ne..
Malbat daxwaza cenazeyên xwe dikin.
Dayikên aştiyê 2 caran xwestibûn derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.
Lê hêzên PDK’ê li ber daxwazên dayikan xwe ker, kor û lal kir û wan asteng kir…
Malbat li dijî vê nêzikatiyê demeke dirêj li ser sînor çalakiya runiştinê lidarxistin.
Dayikan bi vê peyamê biryardariya çalakiya xwe ji Hêzên PDK’ê re ragihandibû.
Şêniyan ti carî dest ji çalakiya xwe bernedan..
Her roj gelek kes berê xwe didin cihê çalakiyê û xwedî li zarokên xwe derdiketin.
Îro jî hemu saziyên rêveberiya xweser serdana kon kirin.
Çalakvanan diyarkir ku heta cezayên xwe bigirin ewê çalakiya xwe bikin.