MALBATÊN GIRTIYÊN BEHDÎNANÊ:
LI DIJÎ NEHEQIYA KU TÊ KIRIN HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN
5 rojnamevan û çalakvanên Behdînanê, li Dadgeha Duyemîn a Ceza ya Hewlêrê wê bihatana dadgehkirin.
Parêzerên girtiyan ragihand ku dadgehê bi bahaneya dadgêr dosya nedîtiye, rûniştina dozê taloqî cotmehê kir.
Ev cara 3’yan e rûniştin bi banaheyên bi vî rengî tê taloqkirin.
Li ser vê neheqiyê malbatên girtiyan nerazîbûn nîşan da.
Zarokên girtiyan jî nerazîbûn nîşanî PDK’ê dan.
Malbatan bang li her kesî kir da ku xwedî helwest bin û ji bo mafê xwe dakevin kolanan.
Malbatan da zanîn ger di nava heftiyekê de zarokên wan neyên berdan, wê helwesta xwe tundtir bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye çalakvanên bi navê Amir Xalid, Firset Ehmed, Cemal Xelîl, Silêman Musa û Silêman Kemal ev serê salekê ye ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin.