NOBETA “EDALETÊ”
MALBATA ŞENYAŞAR: BILA QANÛN WERIN PÊKANÎN
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar, li pêşya dadgeriya Rihayê 203 roj li pêy xwe hiştin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam parve kir;
“Dayikek ji ber ku pergala edaletê pêk neyê 203 roj in li pêş deriyê edliyeyê li benda edaletê ye.
Kesek nikare li hember daxwazeke wisa samîmî û zelal bisekine.
Tenê dixwaze qanûnên ku hene werin pêkanîn.”