Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Malbat ji PDK’ê cenazeyên şehîdên xwe dixwazin

 

ÇALAKIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN 100 ROJ LI PÊY XWE HIŞTIN
MALBAT JI PDK’Ê CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XWE DIXWAZIN

Hêzên PDK’ê şeva 26’ê Tîrmeha 2021’an li dora gundê Bêxme yê Xelîfanê êrişî 3 gerîlayan kirin.

He jî agahî ji koma di bin fermandaiyar Serwer Serhat nayê girtin.

Piştî vê bi mehekê şeva 28-29’ê Tebaxê de PDK’ê vê carê kemîn danî pêşiya komeke gerîla ya ji 7 kesan.

Di kemînê de 5 gerîla şehîd bûn, aqûbeta gerîlayekî hîn ne diyare û gerîlayek jî bi saxî rizgar bû.

HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayan ji PDK’ê xwest daxuyaniyekê bide.

Li ser vê yekê berdevkê PDK’ê Mahmûd Mûhammed got, “Çi karê gerîla li wir heye?” û bi vî rengî li kiryara xwe mikur hat.

Piştî vê daxuyaniyê malbatên gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê Tolhildan Raman û Serdem Cûd ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ketin nava liv û tevgerê.

Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Rojavayê Kurdistanê alîkarî xwest ku bikaribin cenazeyên zarokên xwe werbigirin.

Tevî hemû hewildanan, PDK’ê bersiv neda daxwazên malbatan.

Li ser vê 5’ê Cotmeha 2021’ê Meclîsa Malbatên Şehîdan li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê kon veda.

Ev 100 roje çalakiya malbatên şehîdan bê navber dewam dike.

Heya niha ji gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel û nunerên saziyan serdana konê çalakiyê kirin.

Di 11, 21’ê Cotmehê û 4’ê Mijdarê de endamên meclîsa dayikên Aştiyê sê caran xwestin nameyê bişînin.

Dayik ji Pira Pêşxabûr derbas bûn û hewl dan nameyê bidin rayedarên PDK’ê.

Lê belê her carê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.

PDKê li şûna dayina cenazeyan gelek caran gef li dayikan xwar.

Di ser de jî PDK’ê 16’ê Kanûnê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê, 19’ê Kanûnê jî Deriyê Sînor ê El Welîdê girt û bi vî rengî bersiv da..

Lê belê malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyan bi biryar in.

Malbat dibêjin, “Heta ku em cenazeyên xwe wernegirin em ê çalakiya xwe neqedînin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv