Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê kiryarên PDK’ê şermezar kirin

 

HEWILDANÊN PDK’Ê YÊN DAGIRKIRINA ŞENGALÊ
MALA ÊZIDÎYAN A HERÊMA CIZÎRÊ KIRYARÊN PDK’Ê ŞERMEZAR KIRIN

2’ê Cotmehê çekdarên PDKê û artêşa Iraqê li dora Şengalê girtin û xwestin bikevin şengalê.

Piştî van hewldanên qirêj ên PDK’ê nerazîbûneke zêde derket holê.

Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê li navçeya Amûdê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hewldanên PDK`ê yên dagirkirina Şengalê hat şermezarkirin û wiha hate gotin;

Dema hilbijartinên parlementoya Iraqê nêz dibe, niyet û armanc jî eşkere dibin.

Kesên ku serdana Şengalê nekirine û pirsa rewşa wê nekirine, îro xwe wekî xwediyên wê dibînin.

Lê bila herkes zanîbe ku wê gel axa xwe ji dagirkeran re nehêle.

HEWILDANÊN PDK’Ê YÊN DAGIRKIRINA ŞENGALÊ
22 RÊXISTINÊN SIVÎL HEWLDANÊN PDK’Ê ŞERMEZAR KIRIN

22 yekîtî û rêxistinên sivîl ên TEV-DEM`ê jî bi daxuyaniyekê hewldanên PDK`ê yên ketina Şengalê şermezar kirin.

TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de got, PDK bi van kiryarên xwe yên dijminane armanc dike ku destkeftiyên civaka êzidî ji holê rake.

Divê PDK êdî nekeva nava hewldanên dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan.

HEVSEROKA MECLISA RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ
“EM HÊZÊN KU BÛN SEDEMA FERMANA 74’AN QEBÛL NAKIN”

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Xezal Reşo, derbarê mijdarê de axivî û diyarkir ku PDK’ê û Arteşa Iraqê dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê niha pratîze bikin.

Xezal Reşo diyar kir ku civaka ezîdî civakeke şoreşger e.

ENDAMA DESTEYA RÊVEBER A HEVSEROKATIYA PYD’Ê FOZA YUSUF:
PDK BI ŞEHÎDXISTINA KOMA GERÎLA XIZMETA PLANA QIRKIRINA GELÊ KURD DIKE

Endama Desteya rêveber a hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf jî pêşî şehîdxistina koma gerîla ya ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir û ot:

Ev êriş destekê dide dewleta Tirk, xizmeta plana qirkirinê ya li ser gelê Kurd dike û dagirkiriya li Kurdistanê rewa nîşan dide.

Ev êriş li dijî yekîtiya neteweyî ye, parçebûna Kurdistanê erê dike, cesaretê dide dijminê gelê Kurd.

ENDAMA DESTEYA RÊVEBER A HEVSEROKATIYA PYD’Ê FOZA YUSUF:
ŞENGAL NE BI TENÊ YE, PARASTINA VÎNA ŞENGALÊ ERKA NETEWEYÎ YE

Plana PDK’ê ya ketina Şengalê jî Foza Yusuf wiha dinirxîne û di heman demê de peymana 9’ê cotmehê bibîr dixe.

Divê PDK rêz ji vîna Rêveberiya Xweser a Şengalê re bigre. Rêbazên çekdarî wê rê li pêşiya karesateke mezin vekin.

Foza Yûsif, bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li vîna gelê Şengalê xwedî derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv