Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Zîndanan Kuştina Girtiyên Siyasî

 

Derheqê mirinên li zîndanan de Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bang li civakê kir ku bi girseyî zilma li zîndanan red bikin.

PAJK’ê bibîrxist ku dewleta tirk hem beriya AKPê hem di dema AKPê de siyaseta xwe ya înkar û imhakirina gelê kurd didomîne û niha dixwaze civakê fêrî vê zilma xwe bike.

PAJKê welatên Ewropa û Amerika jî rexne kir ka çima daxwazên rewa yên kurdan nabîhîzin û pêşî li terora dewleta tirk nagirin.

LI ZÎNDANAN KUŞTINA GIRTIYÊN SIYASÎ
PAJK: EM Ê TOLA HEVRÊYÊN XWE HILÎNIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê têkildarî zilm û faşîzma li zîndanên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de PAJK’ê wiha got:

Em li ber bîranîna Xelîl Guneş û Salîh Togrul, Garîbe Gezer a ji aliyê dewletê ve hatî kuştin, bejna xwe ditewînin.

Em sersaxiyê ji malbatên xwe re dixwazin.

Em soz didin, gel û hevrêyên xwe yên li zîndanan, ku bi mezinkirina şerê gel ê şoreşgerî tola hevrêyên xwe ji dijmin hilînin.

Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir, ku her kesê ji bo demokrasiyê têdikoşe dibe hedefa şideta AKP’ê û got, bi hezaran girtiyên siyasî li zîndanên dewleta Tirk in.

Her zîndanek veguherandina malên mirinê û ev yek jî rastiya Tirkiyê nîşan dide.

Em ê ti carî fêrî wî wêneyê ku hewl dide mirinan normal bike, nebin.

PAJK’ê tecrîda giran, zilm û faşîzma li dijî girtiyên siyasî bi bîr xist û wiha got:

Dewleta Tirk girtiyên siyasî di şert û mercên giran û xirab de, bi tecrîd û îzolasyonê dirizîne û terkî mirinê dike.

PAJK’ê di vî warî de kuştina Garîbe Gezer bi bîr xist û got, şehadeta Gezer, Guneş û Togrul bangeke ji bo wijdana mirovahiyê.

Ji bo nûçeyeke din a mirinê ji zîndanan neyê, divê tevahiya gelê me, raya giştî ya demokratîk, sazî û rêxistin rabin ser piyan.

Wê şehadeta hevrêyên me yên şoreşger li zîndanan ên di oxira azadiyê de her cûre fedakariyê dikin, bibe sebeba hilweşîna rêjîma AKP’ê.

Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir, ku wê li her derê têkoşîna hesabpirsîna ji hov û zaliman bidomînin û got, mezinkirina pêngava “Dema Azadiya Rêber Apo ye” erkeke bingehîn e.

Em ê bi hesabpirsîna ji AKP’ya faşîst, têkoşîna xwedîderketina li hevrêyên xwe yên girtî, nirx û rûmeta xwe teqez bi ser bixin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv