LI ZÎNDANAN GIRTIYEKÎ DIN JÎ HAT QETILKIRIN
MEHMET SEVÎNÇ Ê 28 SAL IN GIRTÎ BÛ ŞEHÎD BÛ
Li zindanên dewleta Tirk a dagirker girtiyekî din jî hat qetilkirin.
Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç li zindana Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin.
Şeva 3’ê Nîsanê rayedarên zindanê diyar kirin ku xwîn çûye ser mêjiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê.
Piştî têkoşîna 4 rojan Mehmet Sevînç nehat rizgarkirin û şehîd bû.
Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Piştî malbatê cenaze wergirt wê li navçeya Kocaelî ya Darica veşêre..
MEHMET SEVÎNÇ Ê 28 SAL GIRTÎ MA, ŞEHÎD BÛ
BÊRÎVAN SEVÎNÇ: BAVÊ MIN AVÊTIN HUCREYÊ Û KUŞTIN
Keça wî Berîvan Sevînç li şehadeta bavê xwe ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî.
Berîvan Sevînç got, bavê min avêtibûn hucreya yek kesî û di wir de ew kuştin.
Tu agahiyê nadin me.
Çi hatiye serê wî ji me re nabêjin.
Xebera şehdata wî jî ne doktoran, eskeran da me.
LI ZÎNDANAN GIRTIYEKÎ DIN JÎ HAT QETILKIRIN
MEHMET SEVÎNÇ Ê 28 SALAN GIRTÎ MA, ŞEHÎD BÛ
Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç 63 salî bû..
Di sala 1992’an ji ber fikrê xwe yê siyasî li Batmanê hat girtin û cezayê muebetê dabûnê.
Di 28 salên xwe yên girtî de li zindanên Batman, Sêrt, Dîlok,Trabzon, Kandir û herî dawî jî Akhîsarê girtî bû.
Ji bo berdana wî salek mabû.
Bi hinceta nexweşiya Koronayê ev 2 sal bûn rayedaran destûr nedidayê bi malbata xwe re hevdîtinê bike.