LI ZAPÊ ÇALAKIYA GERÎLA
HPG: LI HEDEFÊN DAGIRKERAN BI AWAYEKÎ SERKETÎ HAT XISTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku gerîlayan li Zapê çalakiyek din a bi bandor li dar xistine.
Li gorî daxuyaniyê.
24’ê Çîleyê gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê dagirkerên li Girê Koordîne giran kirin hedef..
Heman rojê gerîlyan ji du milan ve bi çekên giran dagirkerên li Kela Bedewe jî xistin..
Di encama van herdu çalakiyan de derb li dagirkerên li çeperan hat xistin.
Hêzên gerîla bêyî ku ti zirar li wan bibe, bi awayekî profesyonelî û serketî çalakiya xwe bi encam kirin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk bi balafirên şer..
21, 22 û 26’ê Çîleyê li herêma Garê, gundên Bilmendê û Muselakayê, li herêma Metînayê derdora gundê Dergelê..
Li herêma Xakurkê qada Sinînê, Goşîneyê û Barzan, li herêma Zapê jî qada Çemço bombebaran kir.
HPG’ê HPG’ê ragihand ku di van êrişên hewayî de ti zirar negiştiye hêzên wan.