Fikir û Ramanên Rêber Apo li Zanîngeha Potsdam ya Almanyê bû mijara dersê.
Teoriya Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Xwerêveberî, Xweseriya Demokratîk ku Rêber APO bi salan li ser van mijaran xebitî û ew di pirtûkan de berhev kirin îro bala gelek derdoran dikişîne.
Li ser vê pergala civakî gelek pirtûkên Filizofê navdar Murray Bukin jî hene. Di van dersên zanîngehê de wê teoriyên wî û Ocalan bi hev re weke ders werin dayîn.
LI ZANÎNGEHÊ FIKRÊN RÊBER APO BÛN MIJARA DERSAN
“FIKRÊN OCALAN Û BOOKCHIN WÊ BI HEV RE WERIN ANALÎZKIRIN”
Teoriya Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Xwerêveberî û Xweseriya Demokratîk bi çarçoweya dersa bi navê, ”Felsefeya Anarşîst, Murray Bookchîn, têgîna Ekolojiya Civakî û li ser Şoreşa Rojava rêze semîner” wê were xwendin.
Ders di somestra zivistanî de wê were xwendin.
Heta niha 25 xwendekaran qeyda xwe kiriye.
Akademisyen Ozlem Yenîay, Dr Max Olîver Schmîdt û Prof. Dr. Jurgen Mackert wê dersê bidin.
Akademisyen Ozlem Yenîay sala 2017’an li Rojava di Komîteya Aboriyê ya Jinê de xebitî.
Yenîay got: di ser Rojava re em li ser bêdewletî, otonomî, xwerêvberiyê û helbet têkilî Bookchîn û Ocalan bixebitin.
Yenîay da xuya kirin di mufredatê de pirtûkên Ocalan u Ocalan yên li ser neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratratîk hene.