Xwendekarên ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin li wargehan bimînin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ku beriya niha jî ji bo bûhabûna xwarin û wargehan daketibûn kolanan şevê din dîsa li ber avahiya zanîngehê li hev kom bûn.
LI ZANÎNGEHA WANÊ BUHABÛNA XWARIN Û WARGEHÊ
BI DEHAN XWENDEKAR LI BER AVAHIYA ZANÎNGEHÊ EV YEK PROTESTO KIRIN
Çalakiya ku xwendekarên zanîngeha Wanê ji bo bûhabûnê destpêkiribû didome.
Duh bi şev xwendekarên ji wargehan derketin, bihabûn şermezarkirin.
Lê çalakiya xwendekaran ji aliye polîsên dewleta Tirk ve dîsa hat astengkirin.
Xwendekaran bi dirûşmên “Rektor Were Vir” , “Rektor Raneze” rêveberiya zanîngehê protestokirin.