Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Xelîfanê çi qewimî: Gelê Kurd li benda daxuyaniyeke pê bawer e

 

LI XELIFANÊ ÇI QEWIMÎ
GELÊ KURD LI BENDA DAXUYANIYEKE PÊBAWER E

Li herema Xelîfanê ku dikeve navbera herema Soran û Hewlêrê çi qewumî?

Koma gerila ya di bin fermandariya Serwer Serhat de ku di wê heremê re berbi Behdînanê ve ketibûn rê, ev 2 hefte ne ji wan agahî nayê giritn.

Gelo Hêzên PDK ew înfaz kirin ya ew kirine bin çavan?

Di vî warî de Rayedarên HPGê ji PDKê li benda bersiveke zelal in.

Ragihandina PDK di 26’ê Tîrmehê de nûçeyên li herêma xelîfanê weke “yekineyeke gerîla ketiye kemîna hêzên PDK” servîs kir.

Çapemeniya PDK’ê ev bêbextiya li gerilla weke serkeftin ragihandin

KCK, HPG û saziyên Kurd bi daxuyaniyên cuda ji PDK’ê xwestin aqûbeta vê koma gerilla eşkere bike.

Têkildarî bûyerê agahiyên pêbawer nînin.

Hin çavkaniyên herêmî ku xwe weke şahidên bûyerê nîşan didin, dibêjin; “şehîd û birîndar hene”

Ev îddia gelê kurd û hezkirên gerilla xistin nava tirs û fikaran.

Gelê Kurd bi awayekî lezgîn li bendê ye ku PDK têkildarî aqubeta yekîneya gerîla agahiyên zelal parve bike û encam çi dibe bila bibe hesab bide.

LI XELIFANÊ ÇI QEWIMÎ
BÛYERA XELIFANÊ ENCAMA HEVKARIYA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK E

Di demekê de ku ewqas behsa girîngiya Yekitiya Netewî dihat kirin, gelo PDK çima hevkariya bi dewleta tirk re tercîh kir û li hemberî heremên gerilla ket nava tevgerê.

Gelê kurd bi hunermend, rewşenbîrên û saziyên xwe ve, ji bo di navbera aliyên Kurd de pevçûn çênebin ev bi mehane, li dijî dagirkeriyê banga yekîtiyê dikin.

Lê tevî hemû hewildanan jî PDK di hevkariyê de israr dike.

Bi taybet ji bo ku dewleta tirk li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê di şerê dargirkeriyê de encam bigre di nav hewildanan de ye.

Hêzên xwe li herêmên di bin kontrola gerîla de bî cîh dike û hewilda dide liv û tevgera gerîla sînordar bike.

Li herêmê noqteyên ji aliyê PDK’ê hatine avakirin endamên MÎT’a tirk hatine bicîhkirin.

Armanc ewe ku darbarê gerîla de agahî kom bikin, koordinatan bidin artêşa tirk û ev jî êrişên hewayî yên artêşa tirk hêsantir dike.

PDK bi vê hevkarî û tevgera xwe, siberoj û destkeftiyên gelê kurd dixe nava xeteriyê.

Tevî hemû van hewildanên kirêt jî, gerîlayên Kurdistanê herdem ji bo bûyerên giran neqewimin xwînsar û baldar tevgeriyan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv