Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Ş. Bager û Ronya Hêzên Parastina Gel HPG’ê de, li Xakûrkê ya Herêmên Parastin ên Medyayê şervanên HPG’ê çalakiya li dijî artêşa Dewleta Tirk a dagirker pêkanîn. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kûştin.
HPG’ê dîmenên çalakiyê belavkirin û derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Ş. Bager û Ş. Ronyayê de, hêzên me di 30 Çileyê de li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêmên Parastin ên Medyayê li tem Derwêş, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêkanîn.
Hêzên dijmin ên li vê girê bicihbûne hatine tine kirin. Li gorî agahiyên bidestketin 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên artêşa Tirk a dagirker, piştî çalakiyê bi çekên giran, derdora girê mijara gotinê bi çekên giran topbaran kir. Piştî wê helîkopterek ji tîpa Skorkskyê kuştî û birîndarê artêşa Tirk a dagirker ji cihê çalakiyên dûrxist. ”