Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Werxelê termobarîk hate bikaranîn

Artêşa Tirk piştî êrişî Werxelê kir nekarî hinek malzemeyan bişewitîne. Di qilifên van malzemeyan de termobarîk hatin tespîtkirin.

Li tunelên şer ên Werxelê û çeperan piştî ku berf heliya, derbarê sûcên şer artêşa Tirk delîlên nû derketin holê. Gerîlayan dîmen û fotoyê van tiştan qeyd kir. Li ser kartonan ‘TERMOBARÎK’ hatiye nivîsandin.

Artêşa Tirk par piştî têkçûna li Garê di 23’ê Nîsanê bi şev êrişeke dagirker bir ser Zap, Metîna û Avaşînê. Li hemberî vê êrişa dagirker berxwedaneke mezin jî dest pê kir. Artêşa Tirk tevî piştgiriya NATO’yê û hemû çekên di bin envantera wê de, derfetên teknîk ên di warê qada hewayî û hemû hêmanên şer jî nekarî berxwedana gerîla bişkîne. Artêşa Tirk hemû normên gerdûnî, hiqûqî û exlaqî danî cihekî û çekên kîmyewî û qedexe bi kar anî.

5 MADDEYÊN KÎMYEWÎ HATIN TESPÎTKIRIN

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di 27’ê Kanûnê de ji ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû wan tespît kirine ku 5 çekên kîmyewî hatine bikaranîn û ev çekên kîmyewî wisa rêz kiribû:

*Ji van ya destpêkê gaza sinir e. Yanî hucreyên sinir ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji madeya sereke ya vê gazê ra Tabûn tê gotin

*Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin.

*Gaza din jî gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Diavêje ku derê agir bi wê derê dikeve. Navê xwe yê din jî Yellow Cross e.

*Gazeke din a ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne. Mirov bê hal dibe, bi demkî felç dibe.

*Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin. Bêguman dema ku ev li cihekî teng an jî li tunelekê hate bikaranîn, hingî şert û mercên jiyanê nahêle.

JI 40 WELATAN RE RAPOR HATE ŞANDIN

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî di 5’ê Sibatê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û gotibû “Li Kanîmasî, Avaşîn û Metînayê di êrişên hewayî û bejahî de 322 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Hinek saziyên navneteweyî çûn van deran û lêkolîn kirin. Li ser kesên ku ji ner çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane, hinek test hatin kirin. Careke din hate îspatkirin ku Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye.” Karamûs diyar kiribû wan li gorî agahî û belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî raporek amade kirine û ev rapor ji 40 welatan re şandine.

Karamûs gotibû “Em bi OPCW (Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî) re jî rûniştin. Me delîl û rapor dan wan jî. Me gelek caran serî li wan da. Rapor û belgeyên me wergirtin. Heta niha tu bersiv nedane raporên ku me şandine. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, dûr disekinin.”

BANDOR LI 550 GUNDAN KIR

Karamûs diyar kir di dema êrişên dagirker ên dewleta Tirk de li 550 gundan çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got “Ji ber van êrişan gelek kes birîndar û nexweş bûn û serî li saziyên tendirustiyê dan lê mixabin bêdengiyeke mezin heye.”

DELÎLÊN NÛ HENE

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bîlançoya şer a sala 2021’an weşandibû. Di bîlançoyê de derbarê çekên kîmyewî û qedexe yên ku bûne sedema şehadeta 40 gerîlayan delîlên nû derketin holê. Li tunelên şer ên Werxelê û çeperan piştî ku berf heliya, derbarê sûcên şer artêşa Tirk delîlên nû derketin holê. Gerîlayan dîmen û fotoyê van tiştan qeyd kir.

GAZÊN TEVLIHEV

Bîdonên asîtên tund ên ku her derê dişewitîne yên artêşa Tirk tê dîtin. Tê dîtin ku bi dehan lître asîtên tund ên ji bo paqijiya cilan tên bikaranîn û maddeyên din hatine tevlihevkirin û ev tişt kirine gaz. Tê zanîn bi van asîtên ku paqijiya malan tê kirin, heke piçekî jî tevlihev bibin, dikarin mirovan jehrî bikin. Bi van delîlan re tê dîtin ku dewleta Tirk van maddeyan tevlîhev dike û dixwaze gerîlayan jehrî bike.

KARTONÊN TERMOBARÎK

Di nav van belgeyan de kartonên li ser wan ‘TERMOBARÎK’ hatiye nivîsandin, xuya dibe. Vê bombeya termobarîk (vakûm) bi germahiyeke zêde ji nişka ve pestoyê çêdike û qadê parçe parçe dike. Ji ber vê di Peymana Cenevreyê de ev tişt hatiye qedexekirin.

Termos di Yewnanî de tê wateya ‘germahî’ û baros jî ‘pesto’ ango pelçiqandin e. Ev çek ji bo avakirina teqîneke bi germahiya zêde pêlên şokê û vakûman dike heye. Maddeya ku dikare bişewite li gorî bilindahiya hedefê tevî oksîjen û sotemeniya termokrîtîk a hewayê tevlihev dike, piştre jî van tiştan ku hatine tevlihevkirin bi fîtîleke elektronîk tê têqandin. Piştî teqandinê bi guloka ji agir û pêla pestoyê ya pelçiqandinê li hedefê tê xistin.

Piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn li Iraq û Efganistanê ev bombeyên termobarîk zêde hatin bikaranîn. Rûsya û DYE van bombeyan hildiberînin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di rapora xwe ya Sibata 2000’an de ev tişt gotibû “Mekanîzmaya wê ya li hemberî hedefên zindî gelekî cihê ye. Pêla pestoyê û tişta girîngtir vakûma ku pişika mirovan parçe dike. Heke agir bi sotemeniyê bikeve û neteqe, hedef dişewite û wê bêhna sotemiya ku dişewite jî bikişînin nava xwe.”

Di raporê tê diyarkirin herî zêde sotemeniyên FAE (fuel air explosive/maddeya teqemeniyê ya sotemenî û hewayê) yên etîlen oksît û propîlen oksît in ev tişt jehrî ne.

LI TUNELAN HATE BIKARANÎN

Piştî dîmenan agahî ji Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê hate stendin û hate diyarkirin artêşa Tirk vê metoda di çekên kîmyewî de, di çekên sofîstîk de jî bi kar tîne. Balê dikişîn ser vî tiştî ku heke ji hewayê ve were bikaranîn dikare bandorê li leşkerên Tirk ên li erdê bike û hilberandineke wê ya melez heye ku li bejahiyê li dijî tunelên şer jî tê bikaranîn. Gerîlayên ku li Girê Sor û Werxelê li hemberî wan ev bombeyên termobarîk hatibûn bikaranîn gotibûn “Piştî teqîneke mezin hejandineke wekî erdhejê çêdibû.”

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv