Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Li Werxelê 5 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin

 

LI WERXELÊ 5 ESKERÊN ARTÊŞA TIRK HATIN KUŞTIN
HÊZÊN GERILA JI DU MILAN VE AVÊTIN SER ÇEPERÊN ARTÊŞA TIRK

Daxuyaniya HPG’ê ya li ser çalakiyên dawî yê gerilla wiha ye:

“Roja 3’yê îlonê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorosan a li Avaşîn de, hêzên me yên YJA Starê li qontarên Werxelê yekîneyeke ya artêşa Tirk a dagirker şopadin û ji du baskan ve li wan dan.

Baskê yekem ê gerîla bi kordîneyî, ji nêz ve li 2 çeperên artêşa tirk da. Herdu çeper hatin rûxandin, 5 leşkerên tê de hatin kuştin.

Baskê duyemîn jî ji nêz ve avêt ser eskerên derdorê. Hejmara kuştiyên artêşa tirk nehat zelal kirin.

Derheqê êrişên artêşa tirk yên li ser qadên gerilla de jî HPGê ev agahî pare kirin:

3’yê Îlonê saet êvarî de, artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi teqemenî, gaza jehrî, çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kir.

Hêzên gerilla bi çalakiyên serketî bersiv dan û darbeyên giran li artêşa tirk dan.

Artêşa tirk ku nekarî nêzê qadên gerilla bige dîsa serî li sûcê şer da û bi domdarî gaza jehrî bikar anî.

Di vê rewşê de berxwedana dîrokî ya hêzên gerilla didome.

Li ser Qadên Berxwedanê tevgereke zêde ya dron û balafirên keşfê hene.

Derdora gundê Rêdinê ya Garê, şewata ku ji ber êrişên balafirên şer derket hê didome.

Li quntara Girê Çarçela ya Metîna jî, eskerên Tirk ji ber ku nikarin ji bejahiyê ve pêşkevin, bi balafirên şer herem bombe kirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv