Roj nîne derbarê mirina jinan de agahî nayên.
Yan tên kuştin, yan jî tê gotin xwe kuştine.
2 agahî ji Wêranşar a Rihayê hat.
2’ê kanûnê Bêrîvan Başim li taxa Akbulut a Wêranşarê jiyana xwe ji dest dide.
Bûyer ji ber guleya ku ji çekê derketiye pêkhatiye.
Tê gotin Bêrîvan Başim a 24 salî xwe kuştiye.
Hate zanîn malbata wê xwestine bi zorê wê bidin zewicandin.
Şevê din saet 10 û nîvê jinek ji qata duyan a mala xwe ket xwarê.
Lê nayê zanîn bê ka, ev jin ji xanî ket, yan jî hat avêtin.
Bûyer li taxa Kişla ya girêdayî Wêranşar a Rihayê qewimî.
Jina navê wê nehat zanîn bi giranî birîndar bû, welatiyan wê rakirin nexweşxanê.